ŞemdinliHaber

Abdulsamet Çelîk li Îzmîrê hate definkirin

Güncel

Cenazeyê Abdulsamet Çelîk ê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîr jiyana xwe ji dest da, li Taxa Çamlik a Karabaglarê bi merasîmekê hate definkirin.

Cenazeyê Abdulsamet Çelîk ê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîr jiyana xwe ji dest da, li Taxa Çamlik a Karabaglarê bi merasîmekê hate definkirin.


Cenazeyê Abdulsamet Çelîk ê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê demek berê ji girtîgehê serbest hat berdan û li Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylulê dermankirina didomiya serê sibê jiyana xwe ji dest da ji nexweşxaneyê hate wergirtin û anîn Mizgefta Şêx Muhammed a Çamlika Kevin a Karabaglarê. Piştî wecîbeyên olî  ji bo Çelîk meş hate lidarxistin. Darbesta Çelîk a bi ala PKK'ê hat pêçandin ji aliyê girseyê ve hate hilgirtin û di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Çelîk hatin hilgirtin û dirûşên, "Şehid namirin" hatin berzkirin.

Piştî meşê cenazeyê Çelîk li Goristana Kaynaklar a Bucayê hate definkirin. Piştî karên definkirinê Hevserokê TAYD-DER'a Îzmîrê Musa Karbadag axivî û diyar kir ku dewlet di mijara girtiyên nexweş de xemsar nêzîk dibe û ji girtîgehan darbest hê derdikevin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Mizgîn Irgat jî diyar kir ku divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha got: "Soza me ji rêheval Samet re, gelê kurd dê azadiya xwe qezenc bike."

Dayika Çelîk Halîse Çelîk jî diyar kir ku Çelîk şehîdê hemû gelê Kurd e û wiha got: "Samet 20 sal bû hêz dida min. Niha jî ez li ser piyan im. Samet îro şehîdê gelê Kurd e. Serê gelê Kurd sax be. Şehîd namirin."

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.