ŞemdinliHaber

Bi tilîliyan şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin

Güncel

Operasyonên paqijkirina Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê, di roja 155. de dewam dikin. Li ser sînor jî bi sedan kesên li hev civiyan, bi dirûşm û tilîliyan şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Operasyonên paqijkirina Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê, di roja 155. de dewam dikin. Li ser sînor jî bi sedan kesên li hev civiyan, bi dirûşm û tilîliyan şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.


Hêzên YPG/YPJ'ê yên bi berxwedaneke mezin çeteyên DAIŞ'ê têk birin, li ser sînor hatin silavkirin. Bi sedan kesên di roja 155. de ji bo silavkirina berxwedana mezin li hev kom bûn, çalakiya xeleka ji mirovan lidar xistin.

Li gundên Misyneter, Mehser û Elîzêrê yên Pirsûsê, bi sedan kesî bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û mînetdarî şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Nobedarên berxwedanê alên PKK, KCK, YPG, YPJ û TEVDEM'ê rakirin, di qîrîna dirûşman û bi tilîliyan, şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.