ŞemdinliHaber

Cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Hesekê spartin axê

Güncel

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervana YPJ’ê Narîman Darih (Evîn Hesekê) ku 8’ê gulanê di berxwedana gundê Til Mecdel a di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervana YPJ’ê Narîman Darih (Evîn Hesekê) ku 8’ê gulanê di berxwedana gundê Til Mecdel a di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê.


Bi sedan kesî cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Hesekê ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şervanan YPJ’ê Evîn Hesekê vekiribûn, alên TEV-DEM, YPJ, YPG’ê hilgirtibûn û bê navber diurşme beriz dikirin cenaze bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê derketin rê.

Di riya ketina goristanê de girse ji tirmpêlan daketin û cenaze li ser milan kirin û bi diurşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîz Dawê axivî berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê ya li herêmê silav kir û soza şopandina riya cangoriyan da. Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Endamê Meclîsa Zagonsz Ekrem Mehşûş axivî û bal kişand ser rola berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya ji bo parstina hemû pêkhateyan û ev tişt got: ˮEm wekî pêkateyên Kantona Cizîrê baş dizanin ku em bi saya berxwedêrên xwe bi biratî li ser xaka xwe jiyan dikin. Em bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê îro azad in, bi saya berxwedana wan îro herêma Çiyayê Kizwanan (Ebdulezîz) û gelek gundên herêmê hatine rizgarkirin. Rizgarkirina wê herêmê destkeftiya hemû pêkhateyên herêmê ye.ˮ

Endama Rêveber a TEV-DEM’ê Nûcan Hesen jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser berxwedana şervana YPJ’ê Evîn Hesekê û da zanîn ku Evîn fedekariyeke mezin kiriye û ji bo rizgarkirina herêma rojavayê Kantona û Çiyayê Kizwanan canê xwe feda kir. Di dema em Evîn oxir dikin pêngava YPG/YPJ’ê ya rizgarkirina herêmê bê navber didome. Bi keda Evîn û hevalên wê dê hemû herêmê ji çeteyan rizgar bibe.ˮ

Di merasîmê de li ser navê malbata şervana YPJ’ê Evîn Hesekê apê wê Cemal Tahir axivî û soza şopandina riya Evîn û hemû hevalên wê da.

Piştî axaftinê girseya gel cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Hesekê bi diurşmeyan spartin axê.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.