ŞemdinliHaber

Cenazeyên 3 şervanan spartin axê

Güncel

Bi sedan kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê li goristana şehîd Rustem Cûdî spartin axê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Şahîn Bozan (Amek Kobanê), Mihemed Kilîşo (Dilşêr Serêkaniyê) û Idrîs Ehmê (Goran Serêknaiyê) ên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan welatiyên Serêkaniyê û gundê wê ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê hate wergirtin.

Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyan vekiribûn û bê navber diurşme davêtin cenaze bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristanê ve derxistin rê. Li riya ketina gund welatiyên ji dirbêsiyê jî hatibûn merasîman kom bûn. li vir û dema kerwan gihişt, girseya gel cenazeyên şervanan ji tirmplan daxistin, li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Di goristanê de merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Endamê Rêvebe ê Komîteya Têkiliyên Rêxistinî ya YPG’ê Husên Koçer axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê û got ku hemû civak bi saya berxwedana bê hempa ya şervanan e. Koçer, di berdewama axaftina xwe de peyamek ji pêkhateyên ereb re şand û got ku gelê herêmê bi hezarên salan bi biratî jiyan dikin.

Di merasîmê de endamên rêveber di Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê de Eymen Derwîş axivî û got ku ne ji berxwedana hêzên YPG’ê ba dê herêma  pêş ne ketiba û berxwedana YPG’ê silav kir.

Di merasîmê de her wiha Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Eyda Casim axivî û bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de û got ku bi berxwedana YPG’ê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatiye parastin.

Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên şervanan bi tilîlî û diurşmeyan cenazeyên şervanan spartin axê.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.