ŞemdinliHaber

Cenazeyên 4 şervanan ber bi Başûr ve oxir kirin

Güncel

Bi sedan welatiyên Dîrikê û Girkê Legê cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kirin.

Bi sedan welatiyên Dêrikê û Girkê Legê ji bo wergirtina cenazeyên şervanê YPG/YPJ’ê Sara Adem Pîra (Ezda Mako), Ibrehîm Risk (Şoreş Şoreşger), Ebdela Qamisim (Taylan Pîr) û Hîwa Mecdel (Şoreş Şibûl) ên di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan, li ber nexweşxaneya wetenî ya Dêrikê kom bûn. Girseya ku bê navber diurşme ku posterên her 4 şervanan vekiribûn, her wiha alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hilgirtibûn û bê navber diurşme berz dikirin, piştî werirtina cenazeyan bi karwanekî tirmpêlan ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve derketin rê.

Dema karwan gihişte deriyê sînor ê Sêmalka hêzên YPG/YPJ’ê merasîma leşkerî lidar xist. paşê Fermandarê YPG’ê yê Dêrikê Nûrheq Penaber axivî û sersaxî ji malbatên şervanan û gelê kurd re xwest. Panaber di berdewama axaftina xwe wiha got: ˮEm îro cangoriyan ber bi Qendîlê ve oxir dikin, dê li wir bêne definkirin.ˮ Penaber di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kurd kir ku tevlîbûna xwe ya di nava Şoreşa Rojava de ragîhînin û di vê dema hesad de di diyarkirina çarenûsa gelê kurd de cihê xwe bigirin.

Di merasîmê de Endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Aras Kardox, Endama Yekîtiya Star Rebîa Mihemed axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana bê hempa ya hêzên YPG’ê li Cizîrê û gotin ku hêza YPG/YPJ’ê ji hemû çekên giran ên DAIŞ’ê mestire. Di merasîmê de birayê şervanê YPG’ê Şoreş Şebol, Êrîş Şepol axivî û soz da ku dê heta dawî li ser riya wî ya berxwedanê bimeşe.

Piştî axaftinan sîcilê şervanan hate xwendin û radestî Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenaze di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.