ŞemdinliHaber

Çete cenazeyên xwe dişewitînin

Güncel

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî operasyona YPG/YPJ’ê windahiyên giran didin, li gundê Til Mecdel 4 cenazeyên hevalên xwe şewitandin û reviyan. Li gundê Mesred û Girê Boxa jî 21 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî operasyona YPG/YPJ’ê windahiyên giran didin, li gundê Til Mecdel 4 cenazeyên hevalên xwe şewitandin û reviyan. Li gundê Mesred û Girê Boxa jî 21 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ragihandine, şevêdin piştî şerên dijwar gundê Til Mecdel ê di navbera Til Temir û Hesekê de ji çeteyan hate rizgarkirin. Di pevçûnan de çeteyan windahiyên mezin dan û reviyan. Çete dema reviyan 4 cenazeyên hevalên xwe şewitandin.

Li gundê Mesred ku ew jî di navbera Til Temir û Hesekê de  jî şevê din di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar derketin. Di encama pevçûnan de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Her wiha cenazeyên 6 çeteyan û gelek cebilxane jî ket destê YPG’ê.

Êrîş hatin şikandin

Di navbera Serêkaniyê û Til Temir de jî êrîşên çeteyan ên li ser gundên Qeşqa û Hela yên 25 kîlometre dikevin başûrê Serêkaniyê hatin şikandin. Piştî êrîşên ku şevêdin bi tirimpêlên bombebarkirî pêk hatin, pevçûnên dijwar derketin û heta serê sibehê dom kirin. Di pevçûnan de derbeyên giran li çeteyan hatin xistin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li Girê Boxa yê li heman herêmê jî şer hîn dom dike û heta niha 15 çete hatin kuştine kuştin.

Di vê navberê de balefirên şer ên Koalîyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê jî noqteyên çeteyan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê dê 4 tirimpêlên çeteyan ên ku çekên doçka li ser in hatin rûxandin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.