ŞemdinliHaber

Hezaran 2 şervanên xwe spartin axê

Güncel

Bi hezaran kesî cenazeyên Şervanê YPG’ê Idrîs Hesen (Ciger Qamişlo) û Şervana YPJ’ê Salîha Murand (Rûken Botan) ya yên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane spartin axê.

Bi hezaran kesî cenazeyên Şervanê YPG’ê Idrîs Hesen (Ciger Qamişlo) û Şervana YPJ’ê Salîha Murand (Rûken Botan) ya yên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane spartin axê.

Bi hezaran kesî cenazeyên Şervanê YPG’ê Idrîs Hesen (Ciger Qamişlo) ê di 18’ê Gulanê di berxwedana Gunaê Til Hemam a rojavyê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da û Şervana YPJ’ê Salîha Murand (Rûken Botan) a di 16’ê gulanê di berxwedana gundê Aliya ya Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan defin kirin.

Bi hezaran kes bi armanca wergirtina cenazeyê herdû tekoşeran li ber Mala Gel a taxa Enteriyê kom bûn. Li vir girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan vekiribûn, her wiha alên YPG, YPJ û wêneyên cangoriyan hilgirtibûn û bê navber diurşmeyên dilsoziya bi YPG û YPJ’ê beriz dikirin, heta goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi merasîma leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Şahoz Hesen axivî û bal kişand ser rola tekoşerên azadiyê û got ku şervanên azadiyê bi qehremanî şerê çeteyan dikin û hemû pêkhateyên herêmê diparêzin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Mihyedîn Hesen axicî û bal kişan ser berxwedana bê hempa ya fermandar Ciger Qamişlo û şervana YPJ’ê Rûken û bang li hemû welatiyan kir şopa tekoşeran bimeşînin.

Piştî axaftinan sicîlê herdû tekoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Di merasîmê de li ser wesiyeta tekoşeran stranên netewî hatin guhdarkirin. Di dadwiya merasîmê de girseya gel cenazeyê herdû tekoşeran bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.