ŞemdinliHaber

Hikûmeta Iraqê: 97 bajarok û navçe ketin bin kontrola me

Güncel

Wezareta Karên Hundir a Iraqê der barê operasyonên ev çend roj in li eyaleta Selahaddînê tê meşandin de daxuyaniyek da û ragihand, ku navçe û bajarok jî di nav de 97 wargeh ji nû ve ketine bin kontrola wan.

Wezaretê diyar kir ku operasyona li eyaleta Selahaddînê dewam dike û beşeke girîng a Tîkrîtê hatiye kontrolkirin. Wezareta Karên Hundir da xuyakirin ku li bajarê Tîkrîtê hînê DAIŞ heye û destnîşan kir ku bi operasyonên hewayî re çeteyan windahiyên giran dane.

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê windahiyeke giran dan, beşek ji hêzên xwe yên li bajarokê Hawice yê Kerkûkê li herêmê civandiye.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.