ŞemdinliHaber

HPG: Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

Güncel

Di çalakiyên çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de 5 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şengalê daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniyê de got, “14’ê Sibatê saet di navbera 16.30 û 17.00’an de li derdora Taxa Minare hêzên me yên gerîla komeke çete ferq kirine û bi çekên ferdî li wan dane. Ji wan çeteyan 3 mirine û du çete jî birîndar bûne. Navê çeteyekî Ebî Tayyîp e.

15’ê Sibatê îro saet 09.00’an li derdora Taxa Sûka Jêr ji aliyê gerîlayên me ve hin rêzeçalakiyên sûîqestê pêk hatine. Di encama wan çalakiyan de 2 çete hatine kuştin, çeteyek birîndar bûye.”

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.