ŞemdinliHaber

Ji YPG/YPJ'ê operasyon: 10 çete hatin kuştin

Güncel

Hêzên YPG/YPJ'ê li herêma di navbera Til Berak û Holê de avêtin ser çeteyên amadekariya êrîşê dikirin û di encama operasyonê de 10 çete hatin kuştin.

Hêzên YPG/YPJ'ê li herêma di navbera Til Berak û Holê de avêtin ser çeteyên amadekariya êrîşê dikirin û di encama operasyonê de 10 çete hatin kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî gundê Til Sawan ê di navbera Til Berak û Holê yên Kantona Cizîrê de derketine operasyonê.

Hat ragihandin ku operasyon li dijî komeke çete ya amadekariya êrîşê dikin hatiye lidarxistin û di encamê de herî kêm 10 çete hatine kuştin, hejmareke zêde çete birîndar bûne.

Navendê diyar kir ku piştî operasyonê, çeteyên sax man ji gund reviyan.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.