ŞemdinliHaber

Jinan rojbûna Ocalan pîroz kirin

Güncel

Jinên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo 66’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kirin.

Bi boneya 66’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocaln ku di 4’ê nîsanê tê pîroz kirin. Rêxistina Yekîtiya Star li Mala Gel a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo civînek ji jinên taxê re li dar xist.

Civîna ku bi beşdariya dehan jinên taxê hate lidarxistin, bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star Henîfe Mihemed axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li tevahî jinên cîhanê û jinên kurd pîroz kir. Henîfe Mihemed got ku rojbûna Ocaln ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye.

Henîfe destnîşan kir ku bi saya felsefeya Ocaln jinên Rojava di şoreşa gelê xwe de pêşengiya di hemû aliyan de kir.

Civîn bi dirûşmeyên pîroz kirina rojbûna Ocalan û  “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.