ŞemdinliHaber

Li Til Temirê 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan

Güncel

Di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê de 2 endamên Asayîşê duh li Til Temirê jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê de 2 endamên Asayîşê duh li Til Temirê jiyana xwe ji dest dan.


Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endamên Asayîşa Til Temirê Elî Mihemed Ferhan û Elî Silêman di êrîşa xwekujiyê ku terorîstên DAIŞ’ê li ser pira Heleb a ku dikeve rojavayê bajarê Til Temirê bi wesayîta bombebarkirî pêk anîbû de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya her du endamên Asayîşê wiha ye:

Nav: Elî Mihemed Ferhan Elî
Nasnav: Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Temir 1994
Cih û dema şehadetê: 24’ê Sibata 2015’an - Til Temir

Nav: Silêman Mihemed Xelîl
Nasnav: Serbest
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Temir Erîşa 1969
Cih û dema şehadetê: 24’ê Sibata 2015’an - Til Temir

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşer Silêman Mihemed Xelîl ji gelê Ereb ê bajarê Til Temirê ne.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.