ŞemdinliHaber

Li Til Temir û Serêkaniyê 21 çete hatin kuştin

Güncel

Li gundên Xêbiş û Til Nesrî yên Til Temir di navbera hêzên YPG´ê û çeteyên DAIŞ´ê de şer derket. Di encamê de 20 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANHA´ê ji Til Temir girtine, duh saet di 15.00´an de li gundê Xêbiş ê rojavayê Til Temir û gundê Til Nesrî yê başûrê bajar di navbera hêzên YPG´ê û çeteyên DAIŞ´ê de ku dixestin pêş ve werin, şerên dijwar derketin. Şer bi hemû dijwariya xwe heta îro saetên sibê dom kir.  Di encamê de 20 çete hatin kuştin. Şer bi awayekî demkî hîn didome.

Nûçegîhanên ANHA´yê yên Serêkaniyê jî diyar kirin ku duh di saetên êvarê de qernasên hêzên YPG´ê li gundê Hewas a herêma Aliya ku 25 kîlometreyan rojavayê Serêkaniyê dikeve 2 çeteyên ku dixwestin çeperekê bi axê avabikin kirin hedefa. Di ecamê de çeteyk hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.