ŞemdinliHaber

Meşa azadiyê didome

Güncel

Meşa 1’ê Sibatê ji Frankfurt bi şiyara ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Azadî’ destpê kir, ber bi dawiyê ve tê.

Meşa 1’ê Sibatê ji Frankfurt bi şiyara ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Azadî’ destpê kir, ber bi dawiyê ve tê. Çalakivanên li navçeya Achern ê Elmanya man, danê sibehê ber bi Achern Marktplatz ve meşiyan. Çalakvanên tevahiya rojê bi xwepêşandanên hezkirinê hatin pêşwazîkirin, 24 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Offenburgê.

Şeva buhrî li navçeya Achern komek faşîst hewl da êrîşî çalakvanan bike. Koma êrîşkar ji aliyê ciwanên Elman, Rûs, Kosovayî û Kurd ve hatin astengkirin. Ciwanekî Rûs ku bang li koma faşîst kir got, “Ewlekariya wan ji aliyê me ve tê girtin, pêwîstî bi polîsan nîn e.” Polîsan ku tedbîrên zêde yên ewlekariyê girtin, çalakvan bê pirsgirêk gihiştin cihê lê bimînin. 
Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.