ŞemdinliHaber

'Meşa Azadiyê' didome

Güncel

Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re Azadî” yên roja Şemiyê ji Cizîrê ketin rê, gihiştin gundê Qesra Qelendera ya Mêrdînê û rêya 260 kîlometre nîvçe kirin.

Çalakvanên meşa “Ji Ocalan re Azadî” yên roja Şemiyê ji Cizîrê ketin rê, gihiştin gundê Qesra Qelendera ya Mêrdînê û rêya 260 kîlometre nîvçe kirin. Meşvanên şevê din li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hat pêşwazîkirin û bi şev li navçeyê man, danê sibehê careke din ketin rê. Korteja li ser rêya Îpekê ber bi navenda Mêrdînê ve meşiya. Tevî baranê jî çalakvanan meşa xwe domandin. Li gundên girêdayî Amûde û Rojava yên Rojava şervanên YPG/YPJ’ê bi deqeyan gule berdan hewayî û çalakvan silav kirin.


Silavkirina şervanên YPG/YPJ’ê di nav çalakvanan de heyecaneke mezin çêkir. Dema çalakvan hatin beramberî Amûdê berê xwe dan Rojava û dirûşmên, "Bijî berxwedana YPG" gotin. Di tevahiya meşê de ji gundên girêdayî Nisêbînê welatiyan serketin ji meşvanan re xwestin. Meşvan piştî 40 kîlometre meşiyan gihiştin gundê Qesra Qelendera.

Çalakvan wê sibe bi berbangê re rêya xwe dewam bikin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.