ŞemdinliHaber

Muhammed Mursî 20 sal ceza xwar

Güncel

Serokomarê berê yê Misrê Muhammed Mursî ku bi darbeya leşkerî ji erka xwe hatibû girtin, bi 20 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Muhammed Mursî di sala 2013’an de di encama darbeya leşkerî de ji erka xwe hatibû dûrxistin û hatibû girtin. Mursî ji ber bûyerên ku di sala 2012’an de li ber qesra serokomariya li paytext Qahîreyê pêk hatibûn, 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû û wekî “bûyerên îttîhadiye (yekbûnê)” tên binavkirin, dihat darizandin.

Di encama darizandinê de Mursî bi 20 sal cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Mursî niha li girtîgeheke li bajarê Îskenderiyeyê ku ewlekariya wê zêde ye de tê girtin û dozên din ên derbarê wî de hatine vekirin, didomin.

Piştî biryara dadgehê, li gelek cihan di navbera alîgirên Mursî û polîsan de pevçûn derketin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.