ŞemdinliHaber

Newroz li Montrealê hat pîrozkirin

Güncel

Newroz li bajarê Kanada Montrealê hat pîrozkirin.

Li bajarê Kanada Montrealê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîsyonan, bi qasî 700 Kurdistaniyên ji Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê Newroz li Laval Centre de Congres Palasê hat pîrozkirin.

Li salona pîrozbahiyê pankartên bi nivîsa "Newroz pîroz be", "Berxwedan jiyan e" hatin daliqandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Partiya Lîberal a Kanadayê Vîken Attarîan ê bi eslê xwe Ermenî ye, axivî.

Di pîrozbahiya ku bê navber dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Kurdistan" hatin qîrîn de, ekîba govendê ya herêmî derket ser dikê. Tevî komên herêmî yên muzîkê Xêro Ebbas jî hunera xwe pêşkêş kir.

Di axaftinên li pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkyeyê û banga destekkirina HDP'ê hat kirin. Her wiha hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê jî hat şermezarkirin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.