ŞemdinliHaber

Rojava Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

Güncel

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) li gelek bajarên herêma Cizîrê û li bajarê Helebê rêzeçalakî û şahî li dar xistin

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) li gelek bajarên herêma Cizîrê û li bajarê Helebê rêzeçalakî û şahî li dar xistin. Çalakî bi şahî, vekirina navendên nû yên TZP’ê, dîdargehên helbestan û bi daxuyaniyan hatin birêvebirin. Her wiha di van çalakiyan de 731 bawernameyên zimanê Kurdî li şagirtan hatin belav kirin.


QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo TZP’ê bi hevkariya Akademiya Celadet Bedirxan a Ziman, Wêje û Dîrokê di bin dirûşma, “Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi ser bikeve” şahiyek li dar xistin. Şahiya ku li Akademiya Celadet Bedirxan hate lidarxistin de Seroka Desteya Darayî Remziye Mihemed, Hevseroka Meclîa Gel a bajêr Fatime Tahir, rêveberên TZP, bi dehan mamoste û bi sedan xwendekar tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de 400 bawernameyên zimanê Kurdî yên her sê astan ji aliyê TZP’ê ve hatin belavkirin.

DÊRIK

Bi heman boneyê li bajarê Dêrikê jî TZP’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle dîdargeheke helbestê organîze kir. Di dîdargehê de bi dehan helbestvan û rewşenbîr amade bûn.

SERÊKANIYÊ

Li bajarê Serêkaniyê jî TZP’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî amade bûn.

Di vê şahiyê de gelek axaftin ji aliyê rêveberên TZP’ê û TEV-DEM’ê der barê girîngiya parastina zimanê zikmakî de hatin kirin.

Her wiha di şahiyê de 130 bawernameyên zimanê Kurdî yên her sê astan li şagirtan hatin belavkirin.

Di dawiya şahiyê de sînevîzyonek der barê kar û xebatên TZP’ê de hate pêşandan.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temirê jî TZP’ê li navenda Şehîd Jînda ya TZP’ê şahiyek li dar xist. Di şahiya ku bi dehan mamoste, xwendekar û welatiyên bajêr amade bûn de 50 bawernameyên zimanê Kurdî li şagirtên zimên hatin belavkirin.

Di dawiya şahiyê de pêşbirkek ji aliyê TZP’ê ve hate lidarxistin.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî TZP’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Şahiyek li dar xist. Di şahiyê de 22 bawernameyên zimanê Kurdî yên asta yekemîn hatin belavkirin.

TZP’ê her wiha navendeke xwe ya nû bi navê Şehîd Canyar li ser rêya bajarê Dirbêsiyê vekir.

Di şahiyê serokê Desteya Karûbarên Olî Şêx Mihemed El-Qadirî, endamên Tevgera Çand û Hunerê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, endamên TZP’ê, mamosteyên zimanê Kurdî û bi sedan welatiyên bajarê Amûdê amade bûn.

Di şahiyê de gelek axaftin der barê girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî de hatin kirin. Her wiha rejîma Îran bi darvekirina ciwanên Kurd bi tundî şermezar kirin.

HESEKÊ

li bajarê Hesekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi şahiyekê ji aliyê  TZP’ê hate pîrozkirin.

Bi boneya roja ziman a cîhanî, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya bajarê  Hesekê li navenda Şehîd Raperîn Tolhildan ya tevgerê şahiyeke li dar xist.

Şahî bi hazirbûna dehan momosteyan, rêxistin û saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û  şêniyên bajêr hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, piştre  axaftin li ser navê Tevgera Civaka Demoratîk (TEV-DEM) endamê tevgerê Ferhan Dawîd, li ser navê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) Berekat Kobanê, li ser navê Gerînendeya Perwerdeyê Jînda Ehmê hatin kirin.

Di axaftinan de roja ziman li gelan bi taybet gelê Kurd hate pîrozkirin û rola wê di parastina çanda gelan hate vegotin.

Her wiha axaftivanan rola Tevgera Ziman û Perwerdeyê ku ji destpêka şoreşa 19‘ê Tirmehê di bin bavê Saziya Zimanê Kurdî de di vejînkirina zimanê Kurdî de û belavkirina wê li cîhanê de û hate gotin gelê ku zimanê xwe naparêze çanda û nasnameya wê tê windakirin.

Di  axaftinan de banga parastina ziman ji qirkirinê hate kirin.

Piştre helbest hatin xwendin û stran û govend ji aliyê beşdaran hatin gerandin

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî TZP’ê bi heman munasebetê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de rêveberên TZP’ê, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan mamoste û xwendekar amade bûn. Di vê şahiyê de jî 150 bawernameyên zimanê Kurdî yên hersê astan li şagirtan hatin bilavkirin.

EBÛ RASÊN

Li bajaroka Ebû Rasên jî bi dehan mamosteyên zimanê kurdî û welatî li Qada Şehîd Laleş a TZP’ê kom bûn. Li vir daxuyaniyek derbarê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê ji aliyê Endama Rêveberiya Navenda Şehîd Laleş a TZP’ê Nesrîn Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li tevahî gelên cîhanê hate pîroz kirin û bang li welatiyan hate kirin ku ji ber ku ziman nasnameya civakê ye, zimanê xwe biparêzin û bingeheke perwerdeya saxlem ji bo avakirina civakeke saxlem ava bikin.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê jî bi dehan mamosteyên zimanê kurdî, endamên TZP’ê û şêniyên bajêr li gundê Şorî kom bûn û bi boneya Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bi merasîmekê navendeke nû bi navê Şehîd Idrîs vekirin.

Di merasîmê de gelek axaftin derbarê parastina zimanê zikmakî ji aliyê rêveberên TZP’ê ve hatin kirin.

Deriyê navendê ji aliyê dayîka Şehîd Idrîs ve li gel tilîlî û dirûşman hate vekirin.

HELEB

Li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi heman boneyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Saziyê bi amadebûna endamên saziyê, Saziyên Civaka Sivîl û xwendekaran ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Jiyan Henan ve hate xwendin.  Di daxuyaniyê de hate gotin ku ziman nasnameya gel û civakê ye û bang li hemû welatiyan hatin kirin ku zimanê xwe yê zikmakî biparêzin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.