ŞemdinliHaber

Silava roja 162'an

Güncel

Çalakgerên li gundên Miseynter û Elîzer ên li pêşberî bajarê Kobanê nobeda berxwedanê digirin, di roja 162. de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Çalakgerên li gundên Miseynter û Elîzer ên li pêşberî bajarê Kobanê nobeda berxwedanê digirin, di roja 162. de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.


Li gel operasyonên azadkirina gundên Kobanê li ser xetê jî nobedarên berxwedanê çalakiyên xwe dewam dikin. Li gundên Miseynter û Elîzer ên li pêşberî kobanê, nobedaran di roja 162. a berxwedanê de çalakiya zincîra ji mirovan lidar xistin. Welatiyan li her du gundan alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hildan, berê xwe dan Kobanê û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" dengê xwe gihandin Kobanê. Nobedarên berxwedanê piştre bi destê hev girtin û şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Piştî çalakiyê, nobedarên berxwedanê paqijiya hawirdorê kirin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.