ŞemdinliHaber

Vegera welatiyan a Kobanê didome

Güncel

150 Kobaniyên di dema ku êrîş dijwar bûn neçar man koçî Pirsûsê bikin, vegeriyan Kobanê.

150 Kobaniyên di dema ku êrîş dijwar bûn neçar man koçî Pirsûsê bikin, vegeriyan Kobaniya ku bi berxwedaneke dîrokî ya şervanên YPG/YPJ’ê azad bû.


Vegera welatiyan a Kobaniya ku bi berxwedana dîrokî ya 134 rojan a şervanên YPG/YPJ’ê hat azadkirin didome. Malbatên ku 81 kesan ku di dema êrîş dijwar bûn, neçar man koçî Pirsûsê bikin û 69 ciwan ji bo tevlî berxwedana didome bibin di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî bajêr bûn. Hin ji Kobaniyên ku bi hesreta bajarê xwe bûn, axa wê maç kirin, hin welatiyan jî xizmên xwe hembêz kirin.

Ciwanên ji bo beşdarî berxwedana dewam dike bibin hatin Kobanê jî dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” gotin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.