Şemdinli Ramazan Bayram Mesajları

Peyama Cejne Wek gelên misilman îro carek di em cejnek pîroz pêşwazî dikin. Cejn rojên kefwxesî u dilşadîyê ne. Hêvîdarim ku gelê Kurd wê di cejna pîroz de, hemû pirsgirêkén xwe yên civakî, komî û malbatî bi giredayî berjewendiyên netewî çareser bike û ev çareserî bibin sedema yekitî û aştiyeke mayînde. Béguman Xweseriya Demokratîk jî çareseriyeke wî rengî ye. Îro li wê cejnê de jî ji bo gelê Kurd dîsa Rojhilata Navîn buye deryayek xwînê. Gelê Kurd yê li Rojava paşî dehan salê bin komkujîya Baas a Suriyê îro dixwaze vek hemu gelên Cîhanê azad bibe, lê maxabin pergalên nijadperest hember azadiya gelê me dîsa ruyê xwe yê reş daye nîşandan. Ji ko gelê me yê li Rojava jiyan diket azad ne be hemu derfetên xwe amade kirine, ji bo çeteyên hov u ne mirov. Lê em baş dizanin ku hember gelên bibune ruvîngên rêya azadiya xwe tu hêz nikarin van bi ravestînin. Dawiyê jî ez bi hîviya azadbuna gelê me yê Rojava u yên hemu cîhanê cejna we pîroz dikim û hêvîdar im ku ev cejn di nav wekhevî, aştî û yekitiyê de derbas bibe. Sedat Töre Şaredarê Şemzîna