Dayikên Dêrsîmê: Bila deriyên zîndanan vebin

Hikûmeta AKP’ê der barê rewşa girtiyên nexweş de ti gavan navêje û malbatên girtiyan yên Dêrsimê bertekên tund nîşan didin.

Dayikên Dêrsîmê: Bila deriyên zîndanan vebin

Hikûmeta AKP’ê der barê rewşa girtiyên nexweş de ti gavan navêje û malbatên girtiyan yên Dêrsimê bertekên tund nîşan didin. Malbatan daxwaz kirin ku pêvajoya mijûlkirinê bi dawî bibe û demildest di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

DIVÊ ZINDAN BÊN VALAKIRIN, GIRTIYÊN NEXWEŞ AZAD BIN

Dayika endama Meclîsa Şaredariya Dêrsimê ya berê Nuray Atmaca ku di bin navê operasyonên KCK’ê de hat girtin, Yemoş Atmaca got: “Keça min di 2011’an de hat binçavkirin. Hincet jî ev bû ku keça min nirxên xwe parastiye, çanda xwe parastiye. Erdogan di televîzyonan de dibêje wê aştî pêk bê. Lê girtiyên nexweş hê di girtîgehan de ne. Her roj girtinên nû çêdibin. Dewlet êdî neçare dengê me dayikan bibihîze û divê me nexapînin."

Yemoş Atmaca da zanîn ku keça wê Nuray Atmaca nexweş e û wiha berdewam kir: “Daxwaza me ev e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em di meha Xiziri de ne, doza me, dûaya me ji bo hemû girtiyên siyasî bên berdan. Bila Xizir ji zaliman hesab bipirse.”

Dayika Nevîn Balta ku ev 3 sal zêdetir e di girtîgehê de ye, Elîf Balta bi rondikên çavan got: “Bila hesabê her rondikên çavên min warên me yên pîroz ji we bipirse. Tiştên di 38’an de anîn serê Dêrsimê îro jî tên jiyîn. Berê mal, xanî û gundên me dişewitandin. Niha zarokên me ji me digirin, dilê me dişewitînin.  Em bi zarokên xwe serbilind in. Em di rêya wan de bimeşin.”

Balta bilêv kir ku ew wek dayikên hemû girtiyên nexweş û siyasî li gel wan e û got: “Em azadiyê dixwazin. Ger aştî pêk tê bila zarokên me ji zindanan derkevin.”

Dayika Hamîlî Yildirim, Nurcan Yildirim jî got: “Madem aştî heye, ev zarokên me çima li hundirin.  Ger aştî pêk tê bila her kes kedê dibe. Zarokên me li girtîgehan e, em her roj êşê dikişînin. Dayik digirîn berê xwe didin Duzgun Baba, Gureşê. Em ji gundê xwe hatin kirin, ji warê xwe hatin kirin. Êdî bes e bila deriyê zîndanan vebe.”

Güncelleme Tarihi: 07 Şubat 2015, 09:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER