Demîrtaş: AKP neçar e hesabê her şaşitiya xwe bide

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku pêvajo nayê wateya agirbesta siyasî di navbera HDP û AKP'ê de û destnîşan kir, ku AKP neçar e hesabê her şaştiya xwe bide.

Demîrtaş: AKP neçar e hesabê her şaşitiya xwe bide
 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku pêvajo nayê wateya agirbesta siyasî di navbera HDP û AKP'ê de û destnîşan kir, ku AKP neçar e hesabê her şaştiya xwe bide. Demîrtaş got, "HDP, ji bo ku hesabê şaşitiyên siyasî bipirse, mûxalefetê dike."


Heyeta HDP'ê ya ji Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş û rêveberên HDP'ê pêk tê bi Postnîşînê Dergaha Haci Bektaş û Weqfa Çandê ya Anadolu ya Haci Bektaş Velî (HBVAKV) re hevdîtin pêk anî. Serokê Weqfê Ercan Geçmez jî tevlî hevdîtinê bû. Demîrtaş berî hevdîtinê daxuyanî da. Demîrtaş diyar kir ku ji bo nêrînên Ûlûsoy ên têkildarî pirsgirêkên siyasî û rojane bigire hatin û kevneşopiya Bektaşî ji bo wan gelek bi qîmet e. Demîrtaş anî ziman ku Dergaha Haci Bektaşî Velî ji bo biratî û aştiya axa Anatoliyê gelekî girîng e.

'WÊ DI DEMEKE NÊZ DE HEVDÎTIN PÊK WERE'

Demîrtaş rojev nirxand û têkildarî daxuyaniya Yalçin Akdogan a "Em ê çekan bi agirê Newrozê bişewitînin" wiha got: "Di rojên pêş de wê heyeta me biçe Îmraliyê û di hevdîtinê de wê encameke çawa derkeve û ji bo Newrozê wê bang bê em nizanin. Piştî hevdîtin pêk hat hingî em ê hîn bibin. Hêviya me ya heyeta şopandinê berê jî hebû. Di vê mijarê de ti geşedanên şênber tine ne. Hêvî dikim wê hebe. Em dixwazin heyeta şopandinê bi heyetê re biçin giravê." Demîrtaş da zanîn ku li ser lîsteya di nav de rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîr heyî dixebitin."

PEYAMA BI DÎMEN A OCALAN

Demîrtaş bilêv kir ku peyama bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê gelek baş be û wiha pê de çû: "Ti aliyê wê yê li dijî qanûnê nîne. Eger di aştiyê de gaveke cidî bavêje peyama bi dîmen rewşekî cidî ye. "

'HDP WÊ MÛXALEFETA XWE YA GEL BIDOMÎNE'

Demîrtaş têkildarî banga çekberdanê û "paketa ewlehiyê" de jî wiha axivî: "Banga Birêz Ocalan bike wê PKK û KCK'ê eleqedar bike. Banga çekberdanê û bangên din biryara ew bide ye. Em ê teqez hurmetê nîşanî vê yêkê bidin. Em ê weke HDP kêfxweş bin. Mijara di navbera PKK û dewletê yên agirbest, vekişandin û bêçekbûnê nayê wateya di navbera HDP û AKP'ê de agirbesta siyasî. AKP mecbûr hesaba şaştiyên dike dibe. HDP wê her tim hesabê şaştiyên siyasî ji AKP'ê bipirse û wê muxalefetê bike. Pakêta ewlehiyê şaştiyekî gelek mezin e. Qanûneke li kolanan zilmê li gel bike ye. Ti eleqeya vê bi aştî, çareserî û demokrasiyê tineye. Di mijara bêçekbûnê û çareseriyê de pêşketin çêdibin, em ti toleransan nadin AKP'ê. HDP wê her tim li hemberî dîktatoriya AKP'ê raweste. Hişmendiya baweriyê nede civakê aştiyê ji welat re nayne. HDP wê her tim li cem gel raweste."

'ERÊNÎ DERBAS BÛ'

Piştî hevdîtinê Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Ercan Geçmez diyar kir ku têkildarî pêşeroja Tirkiyeyê de nêrîn hev re parvekirin û hevdîtin erenî derbas bû. Geçmez anî ziman ku gumanên xwe jî bi hev re parve kirin û wiha got: "Her diçe Tirkiye hêj bêtir dibe welatekî dijdemokratîk.Heke di sala 2015'an û hilbijartinê de jî heman tişt berdewam bikin dê civaka Tirkiyeyê pirsgirêkên gelek cidî bijîn. Birêz Demîrtaş bi rêveberên weqfa me û poştnîşînê me Veliyettîn Ulusoy re hevdîtin kir."

Güncelleme Tarihi: 13 Mart 2015, 09:57
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER