Ji bo meşa Amara em li benda beşdariya sed hezaran e

Amadekariyên ji bo meşa Amara dewam dikin. Ji bo pîrozbahiyên ku wê di 3'ê Nîsanê de destpê bikin, komîsyonên tenduristî, ewlekarî, ragihandin û bicihkirinê xebatên xwe bê navber dewam dikin.

Ji bo meşa Amara em li benda beşdariya sed hezaran e
Amadekariyên ji bo meşa Amara dewam dikin. Ji bo pîrozbahiyên ku wê di 3'ê Nîsanê de destpê bikin, komîsyonên tenduristî, ewlekarî, ragihandin û bicihkirinê xebatên xwe bê navber dewam dikin. Ji Komîteya Amadekar Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz diyar kir ku ew li benda beşdariya sed hezaran e. Temîzuz got, "Kurd êdî 4'ê Nîsanê weke diyariyeke ji Rêberê, Gelê Kurd û Şehîdên xwe re organîze dikin."


Amadekariyên meşa Amara ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal tê lidarxistin, dewam dikin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz der barê amadekariyên beriya hefteyekê destpê kirin de ji ANF'ê re axivî.

Temîzyuz diyar kir ku meşên Amara beriya niha bi tedbîrên leşkerî û polîsî dihat astengkirin, qedexekirin û di meşa sala 2009'an de du hevalên wan hatine qetilkirin û got, "Dewletê êdî dît ku ev roj rojbûna Kurdan e. Em vê rojê weke rojbûneke ji rêzê nabînin. Kurd êdî 4'ê Nîsanê weke diyariyek ji Rêber, Gelê Kurd û Şehîdên xwe lidar dixe. Em ê jî bi çalakiya xwe re destnîşan bikin ku êdî Rêberê me nabe ku di nava çar dîwaran de bê ragirtin, manîfesto, îdeolojî û felsefeya wî azad e, lewma divê êdî ew jî azad bibe."

EM LI BENDA BEŞDARIYA BI SED HEZARAN KESÎ NE

Temîzyuz da xuyakirin ku ji bo meşa Amara ya îsal e li benda beşdariya bi sed hezaran kesî ne û got, "Di Newrozê de, di kampanya îmzeyan de derket holê. Aşkera ye ku êdî ti wateya ragirtina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd nîne. Di vê nuqteyê de em ê bi şiyara 'Sala 2015'an sala Rêberê Azad e' 4'ê Nîsanê pîroz bikin. Ji bo pîrozkirina rojbûna gelekî me heta niha ji kesî destûr negirt, em destûr nagirin, em ê ji niha û pê ve jî destûrê negirin.

Dema em behsa azadiya Rêbertiyê dikin, mebesta me ne tenê azadiya kesekî yan jî Rêberekî ye. Dema em dibêjin azadiya Rêbertî ev yek tê wateya azadiya Rojava, çareseriya kaosa li Rojhilata Navîn, vegerandina mafên bindestan ên gelên li Tirkiyeyê. Eger îro Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn li ser navê mirovahiyê şer dike, ev yek têkoşîna ji aliyê vî Rêberî ve hatiye destnîşan kirin e, rojbûna vî Rêberî ye, asta gelê Kurd a vî Rêberî ew gihandiyê ye."

'AMADEKARIYÊN ME LI BER BI DAWÎ BÛNÊ NE'

Temîzyuz ragihand ku amadekariyên wan ên ji bo meşa Amara li ber temambûnê ne û got, "Parka ku her sal pîrozbahî lê tê lidarxistin, kêm maye amade be. Di heman demê de xebatên xemilandina gundê Amara jî dewam dikin. Weke Komîteya Amadekar em bi komîsyonên ragihandin, ewlekarî, tenduristî û bicihkirinê re xebatên xwe dewam dikin. Di 1 an jî 2'ê Nîsanê de em ê li qada pîrozbahiyê bin. Di 3'ê Nîsanê de jî bernameya me ya pîrozbahiyê wê piştî nîvro destpê bike û heta 01:00 ê nîvê şevê dewam bike. Roja din jî meşa Amara wê were lidarxistin."

Temîzyuz diyar kir ku îsal wê ji Stenbol, Îzmîr, Enqere, herêmên Anatoliya Navîn beşdarî li meşê çêbibe û ew li benda tevlîbûneke xurt in. Temîzyuz anî ziman ku di 3'ê Nîsanê de wê li gelek bajaran meşa ber bi Amarayê destpê bike.

Temîzyuz der barê meşa ku wê di 4'ê Nîsanê de li Amara bi dawî bibe de got, "Li dû meşê wê li mala Rêberê me lê ji dayik bûye, bi jêkirina pastayê ji aliyê zarokan ve, bi dawî bibe. Dûre jî wê veger çêbibe. Di vegerê de wê li ketina Xelfetiyê ku hevalên me Mahsûn û Mûstafa lê şehîd ketin, saet di 12:00 de merasîmeke bîranînê were lidarxistin. Piştî bîranînê jî wê bernameya me bi dawî bibe."

Güncelleme Tarihi: 31 Mart 2015, 09:05
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER