Ji Şaredariya Bedlîsê alîkariya Kobanê

Şaredariya Bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê û gelê wê 6 kamyon ard û 3 kamyon xwarin şandin Kobanê.

Ji Şaredariya Bedlîsê alîkariya Kobanê

Bi armanca alîkariya gelê Kobanê, duh şandeyek ji Şaredariya bajarê Bedlîsê û naçeyên wê  derbasî Kantona Kobanê bû.

Endamên şandayê destnîşan kirin ku gelê bajarê Bedlîsê û navçeyên wê alîkariyek ji 6 kamyon ard û 3 kamyon xwarin ji bo gelê Kobanê şande.

Piştî derbasbûna şandeyê, duh êvarê jî alîkariya ku hatiye şandin, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê hate kirin.

Alîkarî ji aliyê Saziya Alîkarê  û Geşkirinê ya Kobanê ve hate wergirtin.

Güncelleme Tarihi: 17 Nisan 2015, 19:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER