Namzetê HDP'ê Ateş: Ji 12'ê Îlonê ancax em dikarin hesap bipirsin

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Kamber Ateş ê di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hat ragirtin, ji ANF'ê re axivî: Ji 12'ê Îlonê ancax em dikarin hesap bipirsin, ne AKP.

Namzetê HDP'ê Ateş: Ji 12'ê Îlonê ancax em dikarin hesap bipirsin
 Ji Kamber Ateş ê ku li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê di rojê tarî û giran ên sala 1983'an de di tecrîdê de hat ragirtin re nameyek hat. Di wê nameyê de hesreta dayikekê heye: "Di hevdîtina pêş de wê diya te bê serdanê. Diya te ji roja tu hat girtin û pê ve bi gotina 'Min bibin cem kurê min. Qet nebe cara dawî be jî ez kurê xwe bibînim' em aciz kir. Qismet ev hevdîtin e, em wê tînin."

Kamber Ateş hem kêfxweş hem jî dil bi tirs e. Dayik Îpek Ateş beriya niha qet derneketibû derkevî sînorên Sêwas Îmranliyê û yekane zimanê ku karibe xwe pê îfade bike Kurdî ye. Wekî din, di demeke ku hînê tarîtiya 12'ê Îlonê belav nebûye de, rojên hevdîtinê li Girtîgeha Mamakê hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatan vediguherîn îşkenceyekê.

Roj derbas dibin, roja hevdîtinê tê. Dayik Îpek Ateş di kabîna biçûk de ji kurê xwe re dibêje, 'Kamber Ateş nasilsin? (Kamber Ateş tu çawayî?)'

Kamber Ateş dibêje 'Iyiyim anacigim (Ez başim dayê)'. Lê piştre heman hevok careke din tê bilêvkirin. 5-6 carên din heman hevok tê bilêvkirin. Dayik Îpek bi van her 3 gotinên bi Tirkî ku ji bilî wan bi ti gotineke Tirkî nizane, bi kurê xwe re hesreta xwe derbas dike.

Ev bûyera di wan rojên tarî yên 12'ê Îlonê de hat jiyîn, bi salan bû sembola qedexeya Kurdî ya li girtîgehan.

Niha yek ji qehremanên wê çîrokê Kamber Ateş, ji Enqereya ku li girtîgeha wê Mamakê dihat ragirtin, namzetê HDP'ê ye.

Ateş ê ku li herêma 2. di rêza 8. de namzet hatiye nîşandan, îhtimala hilbijartina wî kêm e. Lê dîsa jî li holê rewşeke îronîk heye. Her wiha mîna diyaloga di navbera wî û dayika wî de, namzetiya wî jî bû wesîleya ji bîr nekirina zilma 12'ê Îlonê.

Ateş ku piştî ji girtîgehê derket di nava xebatên siyasî de cih girt, namzetiya wî li ser pêşniyara komeleyên herêma Îmranli ya Sêwasê pêk hat.

'ROJEKÊ WÊ ZIMANÊ VÊ ERDNÎGARIYÊ BÊ SER ZIMAN'

Kamber Ateş li Sûka Zafer a Enqereyê li Komeleya Şoreşgerên 78'an pêvajoya namzetiya xwe vegot.

Beriya namzetiya wî û mijara HDP'ê, bi awayekî xwezayî mijara 12'ê Îlonê hat rojevê. Ateş ji bo wê diyaloga di navbera wî û dayika wî de dibêje, "Pirsgirêkeke Kurd a ku di nav de Kurdî nîne tê pênasekirin". Ateş rewşa li Girtîgeha Amedê bibîr xist û got, "Îro li wê erdnîgariyê her cihê tu pê lê bike, şopa xwînê heye. Ya ku wê erdnîgariyê kişandiye, çîroka Kamber Ateş li dû xwe hiştiye. Sibehê wê ev hemû werin nivîsandin, ev erdnîgariya ku ji şermên mezin re şahidî kir, wê rojekê xwe bilêv bike."

DAYIK ATEŞ: MIN DENGÊ XWE DA KÊZIKÊ

Dûre behsa dayik Îpek hat kirin. Dayik Îpek niha 78 salî ye. Bi namzetiya kurê xwe hînê nehesiya ye. Kamber Ateş got, "Ya rast min pêwîstî pê nedît ku bi taybetî ji dayika xwe re bêjim" û bîranîneke xwe ya parve dike: "Dema HADEP'ê bû. Amblema HADEP'ê penpenîk bû. Di dema hilbijartinê de leşker tên gundê me û bang li keya dikin. Dûre dibêjin 'Divê ji vir deng ji bo HADEP'ê dernekeve, naxwe hûnê li pirsgirêkan rast bên'. Keya jî dibêje wê ji gund deng ji bo HADEP'ê dernekeve. Lê diya min û 4 jinên di emrê wê de, dengê xwe didin HADEP'ê. Leşker serê sibehê tên gund û çavê gel ditirsîne. Ji bo rewşê fêm bikim ez li diya xwe geriyam. Min ji diya xwe pirsî ka dengê xwe daye kê. Wê jî bi Kurdî ji min re got, 'Min da kêzikê'. Ji ber ku di telefonê de nekarî bibêje penpenîk gotibû kêzik. Eleqeya diya min bi siyasetê re bi vî rengî ye. Yanî gelekî xwezayî ye. Têkiliyeke wê ya yekser nîne, lê belê hestên wê yên gelekî xurt hene. Ji xwe bi hestên xwe re ew dizane divê çi were kirin. Ne pêwîste ku ez bi taybetî jê re namzetiya xwe vebêjim."

DOZA 12'Ê ÎLONÊ

Kamber Ateş bi Komeleya Şoreşgerên 78'an re ku dilsozê wê ye, timî di nava şopdarên doza li 12. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê cih girt, bû mudaxîl û îşkenceya lê hat kirin vegot. Doz bi cezayê ragirtina heta bi hetayê ya li darbekarên faşîst Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya bi dawî bû. Lê belê qonaxa Dadgeha Bilind a dozê hînê temam nebûye.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê rojên dozê vegot: "Di wê dozê de me wijdanê her kesên di bin rejîma 12'ê Îlonê de eciqîn û çepgiran temsîl dikir. AKP'ê ev doz car caran ji bo hilbijartinê, car caran jî ji bo xurtkirina bingeha xwe bikar anî. Sedema hebûna min a li salonên dadgehê jî, hewldana dijderketina li vê nêzîkatiya AKP'ê bû. Bê guman ne tenê ev e. Divê li her qada jiyanê hesab ji 12'ê Îlonê were pirsîn."

Kamber Ateş ji bo hesabpirsîna ji pêvajoya 12'ê Îlonê ya divê were kirin anî ser ziman: "Di serî de Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê, divê hemû saziyên 12'ê Îlonê ji holê werin rakirin, benda ji sedî 10'an a rejîma darbeyê bê rakirin."

Ateş anî ziman ku hem ji aliyê programê hem jî ji aliyê pratîka wê ve ew bawer e HDP wê bersivê bide van daxwazan û got, "Bê guman rexneyên me yên li HDP'ê jî wê hebin. Lê belê rewşa rojane piştevaniya şoreşgerî ferz dike. Heta ku HDP ji rastiyan xwe şaş neke, em dikarin çi jê re bêjin? Ev doz ji aliyekî ve doza HDP'ê ye. Dozeke ku pêkhateyên HDP'ê aliyekî wê ne. Lewma divê hesabpirsîna ji 12'ê Îlonê ji AKP'ê re neyê hiştin. Ji ber ku ji bo AKP'ê tiştekî bi vî rengî ne pêkan e. Ji 12'ê Îlonê ancax em dikarin hesap bipirsin, ne AKP."

Güncelleme Tarihi: 16 Nisan 2015, 18:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER