Şemdinli'de binlerce kişi IŞİD'i protesto etti

Federal Kürdistan Bölgesinin Şengal ve Maxmur bölgelerinde yoğunlaşan IŞİD saldırıları Şemdinli'de binlerce kişi tarafında protesto edildi.

Azer DEMİR / ŞEMDİNLİ HABER

Federal Kürdistan Bölgesinin Şengal, Maxmur, Rojova ile yoğunlaşan IŞİD saldırıları ile İsrail'in Gazze'ye yapılan saldırılar Şemdinli'de binlerce kişi tarafından düzenlenen yürüyüş ve basın açıklamasıyla kınandı.


Şemdinli'de Demokratik Bölgeler Partisi (DBP) İlçe örgütü, Meya-Der, DTK, İnsiyatifa Azadi, KURDÎ-DER,Yakın-Der KESK bileşenleri Şemdinli Doğa Severler Derneği ve Şemdinli Esnaf Sanatkarlar Odası (ŞESO) tarafından düzenlenen yürüyüş için DBP İlçe Başkanlığı binası önünde bir araya gelen binlerce kişi IŞİD saldırılarını kınadı.

Şemdinli eski polis noktasına doğru yürüyüşe geçen kalabalık, 'Şengal halkı yalnız değildir', 'Kahrolsun IŞİD', 'Biji Berxwedana YPG'ê','Biji Serok Apo', 'Kürdistan halkı yalnız değildir', 'Kürdistan IŞİD'e mezar olacak', Şengal'deki IŞİD katliamını lanetliyoruz', 'Şengal Ne Bi Tenê ye' sloganları attı.

Şemdinli DBP İlçe başkanlığı önüne geçen kalabalık kitle burada basın açıklamasına katıldı. Yaşamını yitirenlerin anısına yapılan bir dakikalık saygı duruşunun ardından basın açıklaması yapıldı. Basın açıklamsını kit le adına Azadi İnisiyatifi temsilcisi Murathan Erbaş okudu.

Erbaş, açıklamasında IŞID'in yaptıkları katliamların kabul edilemez olduğunu ve Kürt halkının bu katliamlara sessiz kalmayacağını kaydetti.   

Erbaş tarafından Kürtçe okunan basın açıklamasında şöyle denildi: 

Di dîroka Kurdistanê de bi sedan komkujî, talan, koçberî pêk hatine. Di sedsala borî de ev bûyer û rûreşî piranî bi destên dagirkerên Kurdistanê qewimîne.

Dagirker û zordestên Kurdistanê komkujiyên ku pêk anîne, da ku meşrûiyeta karên xwe yên qirêj bidin qebûlkirin, gelek caran bi navê dînê Îslamê ew komkujî kirine. Dema Osmaniyan de qirkirina Ermenan bi heman awayî pêk hat. Fetva derxistin û bi hezaran Ermenî kuştin. Herwiha Seddam Huseyînî zordest, kuştin û qirkirina Kurdan wekî xenîmet didît û bi sûreyê Enfalê bi nav kiribû. Kurdên ku îro li Îranê tên idamkirin wekî dıjminê Xwedê didin nasandin.

Îro jî li Kurdistanê bi heman awayî, bi heman rê û rêbazan li dijî Kurd û axa Kurdistanê êrîş pêk tên. Wek tê zanîn, di dîroka Kurdistanê de bi dehan caran Kurdên Êzidî  heta niha 72 caran bi qetlîaman ve rûbirû mane.Û îro jî ber bi karesateke mezin ve ne. Li gorî agahiyên dawiyê heta niha bi destê çeteyên DAIŞa xwînxor, li Şingalê 3000 Kurd hatine kuştin û bi hezaran zêdetir jinên Kurd hatine revandin û ji ber birçîtiyê jî nêzî sed kesan jî li Çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dane. Mirovatî li newal û dolên Çiyayê Şingalê dimire îro.

DAIŞ, li ser navê Xweda û Pêxember mirovan dikuje, texer jî Kurdan dikuje. Gelo ma Kurd ne bisilman in ? Em neviyên şêxên mezin in. Hûn kî ne ? Ji xwe re dibêjin DAIŞ. Yanê dewleta îslamê. Lê kirinên wan ne li gorî kirinên îslamê ne. Bi hovîtî mirovan dikujin, tecawiz dikin. Malên alemê talan dikin. Tirbe, merqed û qebrên mezinên îslamê xirab dikin... Ev kes, bi tekbîran, bi navê Xwedê serê mirovan jê dikin. Jin û keçên alemê ji xwe re helal dikin. Dibêjin em dê Qe’beyê xirab bikin û dê haşa hinek ayetên Kurana pîroz yên xelet hene, em ê wan jî biguhêrin. Ev hal nahê qebûl kirin. Divê em bisilman, li hember  van zaliman  helwesta xwe aşkera bikin û yên piştgirî û nokeriya wan jî dikin baş binasin.

Pêxemberê me Mihemed (s.X.l) di hedîseke xwe de dibêje; “Wextek dê bê û hinek kesên ji Ebasiyan di bin alayên reş de dê rabin. Şol û karê wan mirov kuştin e. Xwedê harûkariya wan nake. Kî di bin alaya wan de şer bike, an jî alaya wan bigire, Xwedê dê roja qiyametê biavêje Cehenemê. Nîşana wan jî ew e ku; cil reş, pirç û riyê wan dirêj in. Hişyar bibin ez ji wan nînim. Hûn bisilman jî ji wan tiştan nekin, li gel wan danûstandinê nekin, harûkariya wan nekin, avê, nanî nedenê, rêyan nîşan nedin, xwe jê dûr bigirin. Bi tekbîrên wan ehlê esmanan dê nerehet bibin, eciz bibin”. Ev jî nîşanek e ku em bi vê hedîsê hişyar bibin û ciranên xwe jî hişyar bikin. 

Ji bilî milletê Kurd, îro ji bo komkujiya Şingalê tu kes dengê xwe dernaxe. Wekî Helebce û Enfal dubare dibin û dinya dîsa ker û kor û bêdeng e.

Güncelleme Tarihi: 09 Ağustos 2014, 14:10
YORUM EKLE
YORUMLAR
azadi
azadi - 10 yıl Önce

Helal olsun şemdinlim ...
Inşallah sandık bbaşında da aynı yürek oluruz

barani zagros
barani zagros - 10 yıl Önce

herbiji

SIRADAKİ HABER