Du name bo zivistanê

Dê zivistan dest pê bike weke silaveke derengmayî. Ji ber ku zivistan navnîşana xwe tune, ev du name, dê hêvî bikin ku kesên ew nivîsîne bibînin bi rêya vê nivîsê. Dê bêjin "ne şaş bim, ez a we me ezbenî," bi nazikiyeke dilmayî.

Du name bo zivistanê
Selim TEMO / RADİKAL

"Ev hemû ji ber gohdarîkirina zêde ya Chopinî ye, weke Polonyaya ku te qet nedîtiye yî. Destên te, destên te bila 
bim înin, tu dikarî biçî. 

Tenêtî, ku ne şaş bim, tiştek e ku mirov hîn dibe; ne bijarî, lê encam e. Ji sevderekê xwe dibînî, yekê ku weke dînan hînê pêçiyên xwe bûye. Olana rûyê te dimeşe ber bi şaneşîneke lêvqelaştî ve. Li dinê rengê tengaviyê, telpa bendêmaneke bênav. Bila hemû tişt dûr bin, heke ev a tê zivistan be. 

Ez divê yanzdeh salên din jî li vî bajêrî bijîm, kes bila birînên min nebîne. Bila bi te nizanibin, destên te nizanibin, kû tu şopa ji pênûsekê ma yî. Dibe ku kurteya bûyiya nebûyî. Weke bayê tevlî valahiyê dibe, bi bîr tîne ku bêyî destûra ji deryayê peyde bûye. Ez weke çinareke li xwe heyirî dimînim, pelgên catiriyê li ser dilê min. Ku nebû, ez ê biçim û di trênên banliyoyan de pîr bibim. De baş e, lê ev kaxiz, ew ê li wir, çi qas xeter e ma ne? Ez dikarim belavokekê li serê binivîsim, nameyeke xwekuştinê, tewbeyeke çavbirçî, helbesteke ku dê kes nexwîne, krokiya ciyê çalakiyekê. 

Di demên weha de terikandina avên mezin tê bîrê, nihêrîna kûr a hespekê, bişirîna berşîrekê. Gava dewletê bajêr bi bîhna şewatê tije kir, gava keçikan pirtûkên xwe bi ser çîçikên xwe ve dewisandin, gava deng ji Kizilaya xumînî ku her kes ji lingên xwe tête pê vekişiya, ez ê destên te bibim ciyên tu lê mezin bûyî. Hema ez ji wir re bêjim Ezirgan, ma dê çi bibe? 

Hema bila xûziya çavên min neyê zanîn, ma dê çi bibe? Xwîn ji laşê xwe yê li berriyan hatiye çêkirîn biherikînim, dê çi bibe? Navê te bila ji ser min bilind bibe, bila navê min neyê zanîn, dê çi bibe? Bila di wê herba ku em jê revîn bijangên miriyan dirêj bibe, dê çi bibe? Ax ku em ne bi xwe ne, ku em hemû kes bin dê çi bibe? Em rijîna çemekî ne ber bi newala demê ve ku, em qet nejiyabin, em qet nemirin, dê çi bibe? Hema dê çi bibe nihêrîna palekî ziwa bibe, yan em li wir an li vir nebin dê çi bibe? 

Tareya mirinê her giran e, evîndara min.” 

Em tehniya ji ber salan mabû bûn, me ne li êşa xelkê, li çavên wan dinihêrt. Me ji xwe bi xwe jî bawer dikir. Serdema romantîzmeke nû bû, gul di nav rûpelên pirtûkan de ji nû ve xwî dida. Di rojeke weha de nameye dî jî tête dîtin, li Mêrsînê, ber êvareke ku her kesî jibîr kiriye. Di ajandeyeke ku weke eşantiyon hatiye belav kirin de, behsa yekê bi navê xwe Mehmet Alî ye tête kirin, behsa ku qelew e, behsa çûyîne lîseyeke wisa hevberkî; heke navê xwe Serap be: 

“Xişrûkan bi ser rûyê min ve girtiye Mehmet Alî. Di pey re dibe êvar Mehmet Alî. Dibînim ku bi wê re diaxivî Mehmet Alî. Ez zêde qelew im Mehmet Alî. Tu min nabînî Mehmet Alî. Derya pirr dûr e Mehmet Alî. Zivistan têt Mehmet Alî. Di vê mala pehn de rast nabim Mehmet Alî. Ku lîse biqede Mehmet Alî. Bavê min ew turunca tu li siya wê rûniştî kesixandin Mehmet Alî. Tu careke dî bê û dîsa rûne Mehmet Alî. Li bin siya turuncê Mehmet Alî. Tu dibêjî qey alûcên Maltayî westiyayî ne Mehmet Alî. Heke ew alûce bête niçilandin, dê bibe purteqal Mehmet Alî. Tu dîsa bê Mehmet Alî. 

Mehmet 

Alî.” 

Dû re serdemek tê ku her kesî ji jiyanê diqewirînin. Êdî ew ajokarên li ser rêyan pîr dibin tunin. Hejarî weke ku şermek be tête weşartin. Ajokarên teksiyan weke li malên dubleks bijîn têne nîşandan. Çîrok vedikêşe ji honandinê, her tiştên nivîsî dibine devbelaşî. Pergal ji dolaban têne derxistin û avêtin. Dewlemend ji xulamên xwe hez dikin û weke li ser heman maseyê xwarin bixwin têne nîşandan. Zarokên muteahîdan ku porê xwe kin qusandî ne dikevin cihên qaşo gelekî bijarte. Polêsên sivîl di ser xelkê de diqîrin, her tişt dibe hovîtiyek. 

Ku wisa here, çaxekê nû yê wijdanê dest pê nake. Dê li kolana bimînin pisîk, kûçik, balindeyên xwecih, gelaleyên mirovan. Ew kesên ji nav jiyanê hatine qewirandin dê li jiyana tête nîşandan temaşe bikin li malê genî. Dê zivistan dest pê bike weke silaveke derengmayî. Ji ber ku zivistan navnîşana xwe tune, ev du name, dê hêvî bikin ku kesên ew nivîsîne bibînin bi rêya vê nivîsê. Dê bêjin “ne şaş bim, ez a we me ezbenî,” bi nazikiyeke dilmayî. 

Di asasê xwe de em demsaleke nexwende dijîn, ji bo bidomînin olana serdemê. Lê belê peyv jî sînorên xwe hene. Êdî kes ne li benda nameyan e, tu kes nikare name binivîse, heke navnîşanê binivîse jî li ser zerfê. 

DEM 

Tu şemirî û li xwe heyirî 
Ji kengê ve ye ku çavên te li dû ne 
Beyxûde direvî şêto 
Ber bi dûriya ji zivistanê ve! 

Friedrich Nietzsche: 1844-1900
Güncelleme Tarihi: 05 Aralık 2013, 10:45
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER