32 kurdên êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn

Komek êzidiyên ku ji 32’ê kesan pêk tê, ji çeteyên DAIŞê rizgar bûn. Êzidiyên ji çeteyan rizgarbûyîn gihiştin parêzgeha Dihokê.

32 kurdên êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn

Li gorî nûçeya Ajansa Roj News’ê  îro 32 kurdên Êzdî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn. Berpirsê Nivîsîngeha Êzdiyên hatine Revandinan Husên Kuru ragihand li îro 32 kurdên din ên êzdî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne û destnîşan kir ku 22 ji wan zarok, 8 jin û 2 zilam in. Kesên rizgar bûne gihiştin bajarê parêzgeha Dihokê.

Husên Kuru diyar kir ku her 32 kurdên Êzidî li nexweşxaneya Azadî ya Dihokê tên ragirtin. Derbarê rewşa tendirûstiya wan de ev agahî dan: “Rewşa kesên ji destê çeteyên DAIŞê rizgar bûyîn base.”

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, heya niha hezar û 570 kurdên Êzdî ji çeteyan rizgar bûne.

 

Güncelleme Tarihi: 24 Nisan 2015, 09:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER