Gundiyên Xaşûga jî komîna xwe ava kir

Li gundê Xaşûge yê ku 12 kîlometreyan dikeve başûr rojavayê Til Birak û di operasyona Til Birak de hatibû rizgarkirin, komîn hate avakirin.

Gundiyên Xaşûga jî komîna xwe ava kir

Li gundê Xaşûga 12 kîlomtereyan dikeve başûrê rojevayê bajaroka Til Birakê û 21 kîlometreyan dûrî bajarê Hesekê ye, ji bo avakirina komînê civînek hate lidarxistin.

Di civîna ku Hevserokê Meclisa Gundên Bajarê Hesekê Faruq Tozo jî tevlî bû de, gelek şêniyên gund amade bûn. Faruq Tozo di civînê derbarê komînan de agahî dan beşdaran û destnîşan kir ku ji bo parastina herêmê û çareserkirina pirsgirêkên gund avakirina komînê gelekî girîng e.

Şêniyên gund jî di civînê de nêrînên xwe yên li ser komînên anîn ziman û pêşniyar kirin. Piştî axaftinan komîna gundê Xaşuga hate avakirin û rêveberiya wê hate hilbijartin. Her wiha komîteyên xebatê jî hatin avakirin.

Güncelleme Tarihi: 24 Nisan 2015, 09:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER