Artêşa Iraqê li Tîkrîtê pêşde diçe

Yekîneyên artêşa Iraqê yên hewl didin careke din kontrola eyaleta Selahaddîn a Iraqê bixin kontrola xwe, bi operasyona ji aliyê yekîneyên artêşê û dilxwazên şîî xeta parastinê ya çeteyan ji holê rabû. 140 çete ji eniyê fîrar kirin.

Artêşa Iraqê li Tîkrîtê pêşde diçe
 Yekîneyên artêşa Iraqê yên hewl didin careke din kontrola eyaleta Selahaddîn a Iraqê bixin kontrola xwe, bi operasyona ji  aliyê yekîneyên artêşê û dilxwazên şîî xeta parastinê ya çeteyan ji holê rabû. 140 çete ji eniyê fîrar kirin.


Çavkaniyên wezareta parastina Iraqê diyar kirin ku hêzên artêşê ber bi rojhilatê Tîkrîtê ve pêşde diçin û gelek windayî dane çeteyan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 140 çete ji eniyê fîrar kirine, 2 ton teqemenî hatiye tinekirin. Wezareta parastinê ragihand ku herêma  El Huzeyr jî ji çeteyan hat paqijkirin.

DÎSA BI KINCÊN JINAN HEWL DIDIN BIREVIN

Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ ji ber şerê dijwar ê li Tîkrît û derdora wê kincên jinan li xwe dikin û direvin Iraq û Başûrê Kurdistanê. Di medyaya lji herêmê weşanê dike, wêneyên çeteyên bi çarşef û rih tên weşandin. Hat diyarkirin ku hin çete beriya birevin hatine girtin.

DI NAVBERA TÎKRÎT KERKUKÊ DE 3 ÊRÎŞÊN XWEKUJÎ

Di şer û pevçûnên îro li ser rêya di navbera bajarê Tîkrît û Kerkukê de çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên 3 êrîşên xwekujî pêk anîn. Di êrîşan de 4 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên ewlekariyê yên li herêmê, diyar kirin di êrîşên bombeyî yên çeteyan ên li Til Kesîbe ya di navbera Kerkuk û Tîkrîtê de 4 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan 28 jî birîndar bûn.

 

Güncelleme Tarihi: 05 Mart 2015, 17:54
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER