Şervanê YPG’ê Altintaş ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl) ê di operasyona rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mîryanisê ya Bedlîsê bi tevlîbûna hezaran kesan ve hate definkirin.

Şervanê YPG’ê Altintaş ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
 Cenazeyê şervanê YPG’ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl) ê di operasyona rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mîryanisê ya Bedlîsê bi tevlîbûna hezaran kesan ve hate definkirin.


Cenazeyê şervanê YPG’ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) ê li gundê Çelebî ya Kobanê di pevçûna navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mîryanisê bi merasîmetke girseyî hate definkirin. Cenazeyê Altindaş piştî otopsiya li Rihayê hate kirin anîn Amedê û ji wir jî ji aliyê MEYA-DER û malbatê ve anîn gund. Cenaze li bavaroka Weysel Qaranê ya bi ser navçeya Hawêl a Bedlîsê ji aliyê konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk tê ve hate pêşwazîkirin û ji vir ber bi gund hate rêkirin.

Rêveberên HPD û DBP’ê yên Sêrt û Bedlîsê, parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu , hevşaredar jî di nav de bi hezaran kes herikîn gundê Mîryanisê ku Altintaş lê dayikbûye. 5 kîlometre dûrî gund cenaze ji wesayîtê hate derxistin û bi milan hate birin. Di meşê de alên YPG,YPJ, PKK, KCK’ê û wêneyên Altindaş û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û girse bi dirûşmên “Şehîd namirin” “Ey şehîd riya te riya me ye” “Bijî kurd û Kurdistan” “Bijî berxwedana Kobanê” ve heta qada gund ve meşiyan. Li qadê ji bo Altindan merosîm hate lidarxistin. Piştre sirûda “çerxa şoreşê” hate xwendin.

Serokê MEYA-DER’ê ya Bedlîsê Nîhat Karababa ji bo malbatê sersaxî xwest û dayik û bavê Altintaş jî kesên tevli merasîma cenaze bûn silav kirin. Bavê Altintaş, Îkram Altintaş wiha got: “Ez bi zarokê xwe yê bi beden û têkoşîna xwe ve bûye malê Kurdistanê ve bi serbilind im. Êşa şehîd û şehîdên me ne tenê ya me ye ,a ye me hemûyan e. Ez spasiyên xwe kesên ku êşa me parve kirin dikim. Zarokê me ji bo xwe feda bike kete li ser riyan û em wekî malbat misqalek jî poşman nînin.” Altintaş bang li hemû kesan kir ku xwedî li berxwedana Kobanê û Rojava derkevin.

Serokê HDP’ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn û Parlamenter Zenderlîoglu jî di merasîmê de axivin. Zenderlîoglu di axaftina xwe ji bo malbata Altintaş û hevalên wî yên têkoşînê sersaxî xwest û wiha got: “Hêzên YPG û YPJ’ê yên Kurdistanê li Kobanê, Şengal û Rojava tenê ji bo Kurdistanê têkoşînê nameşînin. Ev ciwan di pêvajoya ku rûmeta mirovahiyê li Rojhilata Navîn tê tunekirin de sedena xwe kirin mertal û di rêya têkoşînê de li pêşiya me bûn nefer.”

Piştî axaftinan cenazeyê Altintaş li goristana gund bi alên YPG û PKK’ê pêçayî hate definkirin. Piştî cenaze hate definkirin dua hatin xwendin û ji malbatê re sersaxî hate xwestin.

Güncelleme Tarihi: 05 Mart 2015, 17:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER