Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nergîz bi stranan hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nûman Nergîz (Nûman Bozan) ê di operasyona paqijiyê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nergîz bi stranan hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nûman Nergîz (Nûman Bozan) ê di operasyona paqijiyê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Di merasîmê de li ser wesiyeta şervanê YPG'ê Nergîz ti kes negiriya û cenaze bi stranan hat definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nûman Nergîz (Nûman Bozan) ê 3'yê Sibatê di operasyona paqijiyê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Pirsûsê anîn Amedê. Cenazeyê Nergîz di ketina Amedê de ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û bi konvoyê anîn Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Nergîz di ketina goristanê de ji aliyê welatiyan ve hate hilgirtin û ji bo wecîbeyên olî bi dirûşman anîn Mizgefta Goristana Yenîkoyê. Piştî wecîbeyên olî û nimêja cenaze ligel barana zêde ji aliyê welatiyan ve hate hilgirtin û ber bi goristanê ve bibin. Di meşê de dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP", "Rêheval Nûman nemir e", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, hevşaredarên navçeyan, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Di meşê de wêneyên şervanê YPG'ê Nergîz hatin hilgirtin. Piştî cenaze hate definkirin rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Piştî karên definkirinê Hevseroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz û Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivîn, sersaxî ji malbatê re xwestin û gotin ku şervanê YGP'ê Nergîz ji bo gelê Kurd jiyana xwe feda kiriye.

HEVALÊN WÎ LI SER GORA WÎ STRAN GOTIN

Bavê Şervanê YPG'ê Nergîz Abdulhaluk Nergîz jî wiha got: "Kurê min ji bo vê axa pîroz canê xwe da. Em serbilind û bi rûmet in. Bila hemû kes qasî min vê rûmetê parve bike." Nergîz di axaftina xwe de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silav şand û wiha axivî: "Ez ji Rêber Apo, Kobanê û gerîla re silavan dişînim. Kurê min ê li Kobanê canê xwe feda kir layîqî her tiştî ye. Serê gelê Kurd û Serok Apo sax be."

Birayê Şervanê YPG'ê Nergîz Berdan Nergîz jî sekna birayê xwe ya li hemberî zilmê vegot. Nergîz sersaxî ji gelê Kurd re xwest û diyar kir ku hevalên wî di wî de ne û ji zilmê re destûrê nadin.

Piştî axaftinan hevalên Şervanê YPG'ê Nergîz wesiyata wî vegotin û gotin ku bila ti kes negirî û bi stranan bê oxirkirin. Li ser wesiyata wî di merasîma cenaze de ti kes negiriya û hevalên Nergîz li ser gora wî stran gotin.

Merasîma cenaze bi dirûşman bi dawî bû. Ji bo Nergîz wê li Mala Şînê ya Temîran 3 rojan taziye bên qebûlkirin.

Güncelleme Tarihi: 09 Şubat 2015, 20:05
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER