Doza Ozgecan 12'ê Hezîranê destpê dike

Doza têkildarî Ozgecan Aslan a xwendekara zanîngehê ya li navçeya Tarsûs a Mersînê hat qetilirin wê 12’ê Hezîranê destpê bike.

Doza Ozgecan 12'ê Hezîranê destpê dike
 Doza têkildarî Ozgecan Aslan a xwendekara zanîngehê ya li navçeya Tarsûs a Mersînê hat qetilirin wê 12’ê Hezîranê destpê bike.

Li navçeya Tarsûs a Mersînê têkildarî qetilkirina Ozgecan Aslan îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ve hat destpêkirin temam bû. Îdîaname 9’ê Nîsanê pêşkêşî Dadgeha Yekemîn a Cezayê Giran a Tarsûsê hatibû kirin. Îdîaname ji aliyê dadgehê ve hat lêkolînkirin û qebûlkirin. Bersûcên bi navê Suphî Altindoken, Necmettin Altindoken û Fatîh Gokçe yên cezayê muebeta girankirî ji wan re tê xwestin wê 12’ê Hezîranê derkevin pêşberî dadgehê.

Baroya Mersînê diyar kir ku wê malbata Ozgecan bi hezar û 600 parêzerî re biparêzin. Gelek serokên baroyan û parêzerên ji bajarên cuda jî aşkera kiribûn ku dixwazin tevlî dozê bibin.

Güncelleme Tarihi: 16 Nisan 2015, 18:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER