KCK: Armanca Mahîr Çayanan wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih bê anîn

KCK'ê Mahîr Çayan û hevalên wî yên beriya 43 salan li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Armanc û hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih were anîn."

KCK: Armanca Mahîr Çayanan wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih bê anîn
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Mahîr Çayan û hevalên wî yên beriya 43 salan li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Armanc û hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê wê li tevahiya Rojhilata Navîn bi cih were."


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Beriya niha bi 43 salan Mahîr Çayan û 10 hevalên wî, li gundê Kizildere yê Nîksarê li ber xwe dan û şehîd ketin. Em 10 şoreşgerên ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê canê xwe feda kirine bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û hesreta wan bicih bînin."

KCK'ê da xuyakirin ku Mahîr Çayan û hevalên wî ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê têkoşiyane û got, "Rêber Apo ji bo xwedî li têkoşîna van şehîdan derkeve, ji boykota dibistanê re pêşengî kiriye û bi vê helwestê re nîşan daye ku ew ê têkoşîna van şoreşgeran bi pêş ve bibe. Rêber Apo dema ji boykota ji bo xwedîderketina li van şoreşgeran re pêşengî kir, hat zîndanîkirin. Ji ber ku pêşengî ji boykotê re kir, heft mehan li girtîgeha Mamakê hat ragirtin. Li girtîgeha Mamakê soz daye ku ew ê hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên hatin darvekirin, bicih bîne. Bi biryardariya 'divê em têkoşîneke welê biafirînin, ku careke din navber jê re neyê dayîn û heta serketinê bê meşandin' ji girtîgeha Mamakê derketiye. Bi derketina ji girtîgehê re, ji bo li Tirkiyeyê têkoşîna şoreşgerî bi pêş ve biçe, di asta pêşengiyê de rol lîstiye. Piştî 12'ê Adarê ji bo ji nû ve pêşvebirina têkoşîna şoreşgerî, ketiye nava hewldaneke mezin. Weke Rêberekî ku li Tirkiyeyê têkoşîna şoreşgerî li hev kom kiriye, cihê xwe di dîrokê de girtiye. Eger piştî 12'ê Adarê li Tirkiyeyê têkoşîna şoreşgerî ji nû ve bi pêş ketiye, di vir de tevkariya Rêber Apo gelekî mezin e.

Di destpêkê de xwestiye bi hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê re têkoşîneke hevpar bimeşîne, lê belê piştî ku hat fêmkirin ev yek di wê demê de ne pêkan e, neçar maye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê cuda bimeşîne."

'EM Ê ARMANC Û HESRETA MAHÎRAN BICIH BÎNIN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir:

"Her çend Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi awayekî cuda hatibe meşandin jî, ti carî Mahîr Çayan û hevalên wî nehatine ji bîr kirin, ew di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de hatine jiyîn. Rêber Apo her tim destnîşan kiriye, ku di pêşvebirina têkoşîna li Kurdistanê de bîranîn û hesreta wan rol lîstine.

Rêber Apo, weke berpirsyariyek dilsoziya bi bîranîna wan re, di roja îro de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê dike yek. Ji ber ku; gava Tirkiye demokratîk bû û Kurdistan azad bû hingî wê hesreta Mahîran, Denîzan û Îbrahîman bi cih hatibe, gelên Tirkiyeyê bi hev re bi awayekî azad û demokratîk bijîn.

Eger îro hêzên çep ên Tirkiyeyî û hêzên azadiyê yên Kurdistanê bi hev re têdikoşin; ji bo pêşeroja azad a Tirkiyeyê mil bi mil dimeşin; yên ku ev pêk anîn Mahîr Çayan û hevalên wî yên şehîd ketine, hemû şoreşgerên ji bo jiyana yekîtî û azad a gelan canê xwe feda kirine, ne.

Armanc û hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî, ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê wê li tevahiya Rojhilata Navîn bicih were anîn."

Güncelleme Tarihi: 30 Mart 2015, 12:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER