Li 1538 malbatan alîkarî hatin belavkirin

Alîkariyên ku ji aliyê Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Kobanê ve têne belavkirin, heta niha li 6 taxên bajêr hatine belavkirin.

Li 1538 malbatan alîkarî hatin belavkirin
Alîkariyên ku ji aliyê Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Kobanê ve têne belavkirin, heta niha li 6 taxên bajêr hatine belavkirin. Di vê çarçoveyêde li taxa Şehîd Kawa ji 186 malbatan, li taxa Şehîd Moro ji 216 malbatan, li taxa Şehîd Xebat li 680 malbatan, li taxa Şehîd Amed li 120 malbatan, li taxa Şehîd Akêf li 86 malbatan û li taxa Şehîd Xebatkar ji li 250 malbatan alîkarî hatine belavkirin.


Rêveberê Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê Ehmed Miso diyar kir ku ew ê alikariyan ji bilî taxên bajar, li gundan jî belav bikin.

Güncelleme Tarihi: 25 Nisan 2015, 11:00
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER