Li hemberî televîzyonên Kurd êrîşa elektironîk

Li hemberî navenda produksiyonê ya Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyoya Mezopotamyayê êrîşa sîber (elektironîk) pêk hat.

Li hemberî televîzyonên Kurd êrîşa elektironîk

Li hemberî navenda produksiyonê û derdora wê ya Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyoya Mezopotamyayê ku li bajarokê Belçîka Denderleeuw e ye, êrîşeke sîber pêk hat. Di encama êrîşa bi voltajeke xurt a elektrîkê pêk hat de, qabloyên avahiyê heliyan û şewitîn.

Weşanên zindî yên televîzyonên Kurdan, ji ber vê êrîşê sekinînin.

Ekîbên arkuj û servîsên teknîkê yên ku elektrîka li herêmê qut kirin, ragihandin ku tevî vê qutkirinê jî di xetan de hînê voltajeke bilind heye û êrîşa sîber piştrast kirin. Ekîbên şaredariyê xebatên xwe dewam dikin.

Güncelleme Tarihi: 10 Nisan 2015, 19:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER