Li Şengalê 9 çete hatin kuştin

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di pevçûnên navbera hêzên HPG/YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 9 çete hatin kuştin.

Li Şengalê 9 çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di pevçûnên navbera hêzên HPG/YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 9 çete hatin kuştin.


Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Şengalê, di navbera gerîla/şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî daxuyaniya her du fermandariyan, di 11'ê Adarê de hêzên gerîla di li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Hat ragihandin ku saet di 11:30 de li Taxa Minare, saet di 14:00 de li taxa Sûka Jêr, saet di 20:00 - 21:00 de li taxa Sîttî Zeynep çalakî hatin lidarxistin û di encamê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

HPG/YBŞ'ê dan xuyakirin ku di 11'ê Adarê de li derdora taxa Sûka Jêr saet di 14:00 de, hêzên berxwedanê bi çekên ferdî li komeke çete dan û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermandariyan; "Di 11'ê Adarê saet di 10:00 de li derdora taxa Minare bi çekên giran derb li maşîneke çeteyan hatiye xistin.

Saet di 11:30 a heman rojê de, çeteyên DAIŞ'ê li derdora taxa Sûka Jêr ji 2 baskan ve dest bi êrîşê kirin, baskekî berê xwe da Sûka Jêr, baskê din jî êrîşî girê Şehîd Erdal ê li Sûka Jêr kir."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qemyoneteke bombebarkirî ya ber bi nuqteyên gerîla ve di nava tevgerê de bû, ji dû ve hatiye teqandin û çeteyê di wesayîtê de hatiye kuştin.

HPG/YBŞ'ê diyar kirin ku li girê Şehîd Erdal bi qasî 3 saetan şer dewam kiriye û li vir 3 çete hatine kuştin.

Hat gotin ku di pevçûnan de 3 çekên kalaşnîkov, 10 şarjor û gelek fîşekên wê, rextek, 2 cîhazên biçûk û bombeyeke destan hatine bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vî şerî de gerîlayekî me yê YBŞ'ê Şahap Hamîd Bişar bi nasnav Mahsûr Apocî, di encama berxwedaneke mezin de şehîd ketiye. Di pevçûnan de gerîlayekî me birîndar bûye."

Güncelleme Tarihi: 13 Mart 2015, 10:04
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER