Nivîskarên Îranî bi pênûsa xwe alîkarî dan Kobanê

Nivîskarên Îranê Bahram Rahmanî û Abbas Samakar ku li Swêdê dijîn, bi armanca piştevaniya Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê pirtûk çap kirin. Nivîskaran pereyê ji pirtûkê wergirtine jî şandin Kobanê.

Nivîskarên Îranî bi pênûsa xwe alîkarî dan Kobanê
Nivîskarên Îranê Bahram Rahmanî û Abbas Samakar ku li Swêdê dijîn, bi armanca piştevaniya Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê pirtûk çap kirin. Nivîskaran pereyê ji pirtûkê wergirtine jî şandin Kobanê.


Li gorî nûçeya ANF’ê, nivîskarên Îranê Bahram Rahmanî û Abbas Samakar bi armanca alîkariya Kobanê, nivîs û gotarên ku nivîskarên cuda yên cîhanê li ser Kobanê nivîsandine kom kirin û kirin pirtûk. Pirtuka ku nivîsên 50 nivîskaran ên bi zimanên Fransî, Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî tê de hene, ji aliyê çapxaneyê ve bê pere hatiye çapkirin û li welatên Ewropa, DYA, Kanada, Avustralya, Îran û Kurdistanê hatiye belavkirin. Pereyê ku ji firotina pirtûkê hatiye bidestxistin jî, ji Kobanê re hatiye şandin.

Her du nivîskaran da zanîn ku DAIŞ’a ku hêzên derve piştgiriyê didine, li Rojava û Kobanê rastî berxwedana xurt hatiye. Niviskaran gotin ku di vê berxwedanê de bi taybet jin hem ji bo azadiya xwe û hem jî ji bo azadiya civakê şer dikin û li hemû cîhanê deng vedane.NIVISKAREN-IRANI-PIRTUKA-KOBANE-CAP-KIRIN-2

Abbas Samakar destnîşan kir ku li Kantona Cizîrê bi hewldana jinan qanûnên ku mafê jinan dike bin ewlehiyê û her wiha pergala civakek wekhev û adîlane pêk tîne hatiye qebûlkirin û hat diyar kirin ku ev gelek girînge. Samakar got: “Ev qanûn tenê li ser kaxizê neman. Xalên di qanûnan de ketin jiyanê.”

Samakar balkişand ser têkoşîna jinan a li Rojava û Kobanê û da xuyakirin ku wî jî du semînerên ku mafê jinên li Rojava digire dest, pêk aniye.

BERXWEDANA KOBANÊ MÎLYON XISTIN NAVA TEVGERÊ

Samakar di berdewamiyê de got ku berxwedana li Kobanê li dijî DAIŞ’ê hatiye nîşandan, ji her aliyê cîhanê bi mîlyonan kes xistiye nava tevgerê, daketine kolanan û piştgiriya xwe ya bo Rojava û Kobanê anîne ziman û got: “Ez piştgiriya bo berxwedana Kobanê serkeftî dibînim û bo berxwedanê pêşerojê mînake.

Berxwedana Kobanê bandor li ser nivîskar, helbestkar û rewşenbîran kiriye. Gelek nivîskaran helbest, çîrok, gotarê ku berxwedana Kobanê vedigot nivîsine. Ez jî wek rewşenbîrekî fikirîm ku çawa piştgiriyê bidim gel. Min der barê berxwedana Kobanê de helbestek nivîsî û ez bi serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî re hatim cem hev. Me bo piştgiriya berxwedana Kobanê pirtûkek nivîsî û çap kir.”

Rahmanî û Samakar bi gotar û helbestên ku ji aliyê nivîskar û helbestkarên ji cihên cuda yên cîhanê bû hatibûn nivîsin berhev kirin û kirin pirtûk. Rahmanî ji nivîskarên li welatên cuda yên cîhanê re name şand û daxwaz kir ku helbest û gotarên xwe yên têkildarî Kobanê de nivîsene bişînin.

ME NEKARÎ EM TEMAŞE BIKIN

Rahmanî diyar kir ku ji nava helbest û gotarên ku hatine, hinek hilbijartine û biryar dane ku cih bidin nivîs û gotarên 50 nivîskarî û got xwediyê weşanxaneyê jî bi armanca piştevaniya Kobanê pirtûk bê pere çap kiriye.

Di pirtûkê de ji çar zimanan; Fransî, Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî helbest û gotar hene.Abbas da zanîn ku hemû dahatuha pirtûkê şandine ji gelê Kobanê re û got: “Tiştê ku me kiriye qasî dilopek behrê ye. Lê me nekarî li dijî pêkanînan bêdeng bimînin. Berpirsyariya me hebû. Çapa yekem kêm maye biqede. Emê ya duyem jî çap bikin.”

Rahman jî got wan pirtûkên xwe şandine DYA, Kanada, Avustralya, Îran û Kurdistanê û got: “Me ev ji aboriyê wêdetir, bi armanca moraldayîna Kobanê pêk anî.  Piştî me pirtûk çap kir me di meha sibatê de li Stockholmê şeva piştevaniya bo Kobanê re pêk anî.  Me hemû hatineya bi dest ke şand ji Kobanê re. Em bo alîkariya şoreşa Rojava niha li ser çend projeyên şênber dixebitin.”

Güncelleme Tarihi: 03 Nisan 2015, 18:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER