Şehîdên 9’ê Gulanê û Xosrowanî li Osloyê hatin bibîranîn

4 kesên di 2010’an de li Îranê hatin darvekirin û jina bi navê Xosrowanî ya ji bo xwe ji tecawiza endamên Îtlaat rizgar bike întîxar kir, li Osloyê hatin bibîranîn.

Şehîdên 9’ê Gulanê û Xosrowanî li Osloyê hatin bibîranîn
4 kesên di 2010’an de li Îranê hatin darvekirin û jina bi navê Xosrowanî ya ji bo xwe ji tecawiza endamên Îtlaat rizgar bike întîxar kir,  li Osloyê hatin bibîranîn.


Ferzad Kemanger û hevalên xwe yên di 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin û jina ciwan a bi navê Ferînaz Xosrowanî ya ji bo xwe ji tecawiza endamên Teşkîlata Îstîxbarata Îtlaat rizgar bike, întîxar kir, li bajarê Oslo ya Norwecê hatin bîranîn.

Meşa ku Komîteya PJAK a Norwecê organîze kir, ji îstasyona trênê destpê kir heta ber parlamentoya Norwecê berdewam kir.

ÎRANA TERORÎST

Di meşê de dirûşmên, ‘terorîst Îran, ji girtiyên siyasî re azadî, ji Ocalan re azadî’ hatin berzkirin. Ciwanên Kurd broşur belav kirin. Di broşuran de geşedanên Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê hatin vegotin.

Li ber parlamentoyê deqeyek rêz hat girtin û piştre endama Komîteya Navendî ya PJAK’ê Ehwan Chîyako, nûnerên YNK, KNK, Goran, Partiya Serbestî Rojhilatê Kurdistan û Partiya Azadiya Kurdistan axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser têkoşîna Kemanger û hevalên wî û her wiha jina ku ji bo xwe ji tecawizê rizgar bike, întîxar kiriye.

Piştî axaftinan helbest û sirûd hatin xwendin.

KEMANGER Û HEVALÊN WÎ

Rejîma Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de Ferzad Kemanger, Elî Heyderiya, Ferhad Wekîlî û aktîvîsta jinan a Kurd Şîrîn Elemhûlî  li Girtîgeha Evînê ya Tehranê bi îdîaya ku bi tevgera Kurd re di nava hevkariyê de ne, darve kiribû. Ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatibû raporkirin ku Kemanger di dema girtina xwe de rastî îşkenceyên giran hatiye.

Güncelleme Tarihi: 09 Mayıs 2015, 14:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER