Serketina Kobanê DAIŞ'ê parçe dike

Rêxistina çete DAIŞ'ê ku bi rêbazên xwe yên barbar re tirs û xof xist nava dilê gelên Rojhilata Navîn, tê gotin ku ji ber darbeya mezin a li Kobanê xwar, di nava xwe de bûye çend parçe.

Serketina Kobanê DAIŞ'ê parçe dike
 Operasyonên "pêngava paqijkirinê" yên şervanên YPG/YPJ'ê, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin, dewam dikin. Rêxistina çete DAIŞ'ê ku bi rêbazên xwe yên barbar re tirs û xof xist nava dilê gelên Rojhilata Navîn, tê gotin ku ji ber darbeya mezin a li Kobanê xwar, di nava xwe de bûye çend parçe.

MIRIYÊN XWE MÎNA YPG'YÎ NE NÎŞAN DIDIN

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê yên li Mûsil, Reqa, Sirrin, Girê Spî (Til Ebyad) û li ser rêya Helebê bicih bûne, ji ber taktîkên şer ên cuda yên şervanên YPG/YPJ'ê her darbeyan dixwin. Çeteyên ku li eniya rojava ya Kobanê neçar man birevin bajarê Cerablûsê, pirên hatin û çûna bajêr hilweşandin û gelê li nava bajêr xistin rewşeke esîran. Li eniya rojhilat jî, şervanên YPG/YPJ'ê ji girê Îddaniye û Bexdikê deşta Girê Spî kontrol dikin. DAIŞ jî li hemberî vê têkçûna xwe, miriyên xwe mîna ku şervanên YPG'ê ne li dû wesayîtan dikin û li navenda bajêr kaş dikin. Kesekî ku li Girê Spî, kesekî serjêkirî ji deqa li milê wî nas kir got, "Ev ne YPG'yî ye, pismamê min e, ji deqa wî nas dikim." Her wiha tê gotin ku sivîlên çeteyên DAIŞ'ê wan dibin eniya şer, piştî ku ji windahiyên giran ên çeteyan re şahidî kirine, bi dizî reviyane sînorê Tirkiyeyê.

ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JI BER MAYÎNAN GEL HIŞYAR DIKIN

Li eniya başûr jî ku şer lê giran e, aliyekî wê digihêje rêya Helebê aliyê din jî Çemê Firatê. Aliyekî vê eniyê jî xwe digihîne sînorê Tirkiyeyê. Şervanên YPG/YPJ'ê mayînên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê çandine, bi ekîbên pispor re radikin, lê belê gelek gundiyên ku haya wan ji rêbazên barbar ên çeteyan nînin, ji ber teqîna van mayînan jiyana xwe ji dest dan. YPG, ji ber mayînên li malan û derveyî malan hatine bicihkirin, her tim hişyariyê dide gel. Li eniya başûr, gundiyên ku bi azadkirina gundên Ereb û Kurd lê bi dehan salane dijîn vegeriyan, li hemberî êrîşa DAIŞ'ê di bin ewlekariya hevpar a şervanên Bûrkan El Firat û YPG/YPJ'ê de ne. DAIŞ ku nekarî polîtîkaya xwe ya dîn bi ser bixîne, niha jî hewl dide bi sorkirina neteweperestiyê re Kurd û Ereban bîne hemberî hev. Têz anîn ku ji sedî 85 ê şêniyên bajarê Sirrînê rêbazeke demokratîk diparêzin û dixwazin demek ji ya din zûtir YPG vî bajarî ji DAIŞ'ê paqij bike.

Şervanên YPG/YPJ'ê yên li sê eniyên Kobanê li qadeke berfireh serdest in, ji bo bibin garantiya jiyana hemû gelan, ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka hêzên herêmî re tecrûbeyê derdixînin. Li qadên herî dijwar ên şer jî namzetên nû yên şervanên YPG/YPJ'ê, bi rêya rêziknameya YPG, teorî û perwerdeyên akademîk, perwerdeya leşkerî ya profesyonel dibînin.

Bi bîr û baweriya ku şerê li Kobanê wê weke berxwedana sedsala 21'an a li ser herî zêde hatiye axaftin bimîne re, tevî hemû bê derfetiyan jî şervanên YPG/YPJ ji bo parastina gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ji çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.

Güncelleme Tarihi: 13 Nisan 2015, 13:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER