Tûncel: Hilbijartin di têkoşîna me şoreşî de pêngaveke

Hevberdevka HDK’ê Tûncel, bal kişand ser serketina Kobanê û got, "Polîtîkaya Erdogan a Kobanê ket. Înşalah em ê wî jî bixînin."

Tûncel: Hilbijartin di têkoşîna me şoreşî de pêngaveke
 Hevberdevka HDK’ê Tûncel bal kişand ser serketina Kobanê û got, "Polîtîkaya Erdogan a Kobanê ket. Înşalah em ê wî jî bixînin." Tûncel got ku şert û mercên şoreşê ava bûne û wê li hember AKP’ê jiyana nû rêxistin bikin. Tûncel wiha axivî: "Dema em bikevin parlamentoyê wê AKP bi tena xwe nebe desthilat jî, ya vê asteng bike ne CHP, HDP ye."


Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tûncel tevlî “Konferansa Herêma Ege ya Demokrasî û Aştiyê” ya li Navenda Kongreyê ya Tepekule Îzmîrê bû.

'ŞERT Û MERCÊN ŞOREŞÊ ÇÊBÛN'

Di konferansa ku sernavên qirkirin, civakîbûna aştiyê û sirgûn hatin nîqaşkirin Tûncel got ku aştî ne tenê ji bo Kurdan, pêwîstiya Tirkiye û tevayî Rojhilata Navîn e.

Tûncel diyar kir ku modernîteya kapîtalîst hewl daye Kobanê bikeve, lê bi ser neketiye û wiha dewam kir: "Li Kobanê bi taybet jinan, Arîn Mîrxanan bedenên xwe di bin tankan de kirin bombe û ev asteng kirin. Kobanê neket. Polîtîkaya Erdogan a Kobanê ket. Înşalah em ê wî jî bixinînin.”

Tûncel diyar kir ku wek alternatîf bi berpirsiyartiyeke ku daxwaza jiyana nû rêxistin bikin re rû bi rû ne

'BI DEKLARASYONÊ RE POLÎTÎKAYA ASÎMÎLASYONÎST HILWEŞIYA'

Tûncel got ku deklarasyona heyeta HDP’ê bi rayedarên hikûmetê re aşkera kirin girîng e û bi vê re polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta Tirk hilweşiya.

'LI HEMBER FAŞÎZMA AKP’Ê EM Ê JIYANEKE NÛ RÊXISTIN BIKIN'

Tûncel bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û wiha axivî: "Eger em qezenç nekin wê AKP bi tena serê xwe bibe desthilat. Em bi 35 kesan ketin parlamentoyê, bûn kabûsê wan… Dema em bikevin parlamentoyê wê AKP bi tena xwe nebe desthilat jî, ya vê asteng bike ne CHP, HDP ye. Fikra jiyana nû ya HDP’ê ji bo her kesî baş tê. Sindoq girîng e. ji bo paşdexistina faşîzma AKP’ê, di aliyê jiyaneke ekoojîk, di aliyê jinan de girîng e. Ev sindoq ji bo têkoşîna me ya şoreşî pêngavek e. Li hember faşîzma AKP’ê em ê hêviya nû, jiyana nû rêxistin bikin.”

Güncelleme Tarihi: 14 Mart 2015, 23:45
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER