Nasnameya fermandarê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya fermandarekî YPG’ê yê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Nasnameya fermandarê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
 Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya fermandarekî YPG’ê yê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya yek ji fermandarên YPG’ê Hogir Reşîd ê di 8’ê Adarê de li gundê Xwêdan a Kobanê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di berxwedana bêhempa ya yekîneyên me li dijî hêzên tarî didin meşandin, rêhevalê me yê fermandar Hogir Reşîd bi ruhekî fedayî li dijî çeteyên dixwazin hebûna gelê me tine bikin, şer kir û 8’ê Adarê tevlî nava refên pakrewanan bû. Şehîd Hogir bi şehadeta xwe ji cîhanê re da îspatkirin ku ruhê şoreşgerî di dilê ciwanan de kel û mezin dibe.

Şehîd Hogir bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re beşdarî nava berxwedanê bû û di gelek çeperên şer de bi lehengî cih girt û têkoşiya. Di heman demê de bê ku kêliyekê jî berjewendiyên xwe yên şexsî esas bigire, di gelek xebatên din de bi fedakariyek mezin xebat kir.

Rêhevalê me Hogir bi hevaltiya xwe ya rast, ruhê xwe yê sivik, kesayeta xwe ya şoreşgerî û fedakar di nava refên YPG’ê de dihat naskirin. Di şer de milîtanekî herî li pêş bû û ji bo me bû mînaka fedakariyê, pêşengê jiyan û şerê miroviyê ye.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Hogir bikin mînaka jiyana xwe, rêya wî û tevahî şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawî bişopînin. Dîsa em bi rêzdarî bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên azadiyê ditewînin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.

Nasnameya fermandar Hogir wiha ye:

Nasnav: Hogir Reşîd

Nav: Mustefa Mihêdîn

Dayik: Bedîa

Bav: Mehmud

Cihê jidayikbunê: Gundê Kor Hiso – Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Adara 2015 Xwêdank – Kobanê

 

Güncelleme Tarihi: 14 Mart 2015, 23:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER