YPG: 3 gundên kantona Kobanê hatin rizgarkirin

Di çarçoveya operasyona paqijkirina derdora Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê de, hêzên YPG/YPJ'ê li başûrê kantonê 3 gund û girek rizgar kirin. Di operasyonê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

YPG: 3 gundên kantona Kobanê hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku berxwedana Kobanê ya di asta serketinê û operasyonên paqijkirinê de tê meşandin, di roja 214. de dewam kir.


Navendê ragihand, ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrê Kobanê derketin operasyonê û di encama vê operasyonê de gundên Bîrhemlî, Gewande, Dafiya û girê Şehîd Hecî hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "2 rêhevalên me yên di serketina operasyonê de roleke girîng lîstin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."

Güncelleme Tarihi: 17 Nisan 2015, 19:09
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER