YPG: Li Kobanê 8 çete hatin kuştin

Di roja 197. a berxwedana Kobanê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li eniyên başûr û başûrrojhilat hatin şikandin. YPG'ê da xuyakirin ku di pevçûnên duh de herî kêm 8 çete hatine kuştin.

YPG: Li Kobanê 8 çete hatin kuştin
Di roja 197. a berxwedana Kobanê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li eniyên başûr û başûrrojhilat hatin şikandin. YPG'ê da xuyakirin ku di pevçûnên duh de herî kêm 8 çete hatine kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê pevçûnên dawî yên li Kantona Kobanê de agahî da.

Navendê diyar kir ku di roja 197. a berxwedana li dijî hewldanên dagirkeriyê de, li başûr û başûrrojhilatê Kobanê êrîşên komên çeteyan hatine şikandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete duh bi şev êrîşî bundê Mîlê yê li başûrrojhilatê Kobanê kirin û li ser destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê pevçûneke dijwar qewimî. Lİ gorî daxuyaniyê di encama vê pevçûnê de 2 çete hatine kuştin û êrîş hatiye şikandin.

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku komên çete li aliyê başûr jî êrîşî gudnê Sinaa û derdor wê kirine û da zanîn ku di pevçûna heta ber destê sibehê dewam kir de herî kêm 3 çete hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên li gundê Ereban ê li heman herêmê çalakiyek pêk anînê û 3 çete li vir hatine kuştin.

Güncelleme Tarihi: 31 Mart 2015, 16:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER