YPG: Opersyona me didome

Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya YPG´ê diyar kir ku opersyona wan a li dijî komên çete didomin û got ku hêzên wan li Cizîrê 5 çete kuştin û li Kobanê jî cenazeyên 8 çete ketin destê hêzên wan.

YPG: Opersyona me didome

Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya YPG´ê derbarê şer û pevçûnên li Cizîrî û Kobanê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniya hate hate gotin ku berxwedana Kobanê ku li hember hewldana dagirkeriyê ya çeteyên DAIŞ´ê de têne meşandin ket roja ya 217’emîn û ev tişt hate gotin: ˝ Operasyona ku hêzên me roja derbasbûyî li başûrê Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dike. Hêzên me beşa operasyona doh de gundên Eîgan, Cabêriyê û Metres ên ku hatibû hedef girtin ji çeteyan paqijkirin. Di pevçunên li van gundan de hejmarek zêde çete hatine kuştîn. Hejmara kuştiyên çeteyan ne hate zanîn.˝

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ˝Di encama vê operasyonê de hêzên me tevî 8 termên çeteyan dest danîn ser 3 maşîneyen  leşkerî, 1 kleş, 1 BKC û 1 hawana bi dest hatine çekirin.˝

Di daxuyaniyê de derbarê şerê li kantona Cizîrê jî agahî hatin dayîn û ev tişt hate gotin: ˝Pevçunên di navbera hêzên me û komên çete de ku li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê qewimîne,  berdewam dikin. Komên çete şevê din li gundên giredayî Til Temir, li hember çeperên hêzên me êrîş lidarxistin. Xwestin li gundê Til Nesrî pêşde werin. Piştî hêzên me bersivek tund dan, li qadê bi dijwarî hatin jiyan kirin. Piştî pevçunan komên çeteyan neçar man ji qadê birevin. Li vir qasî hat zelalkirin 2 endame çeteyan hatin kuştin. Di heman şevê de hêzên me komek çeteyan ku li nizî gundê Xêbiş di nava tevgerê de bûn hedef girtin. Li vê qadê jî pevçunek dem kurt hatine jiyankirin. Li vir qasî hat zelalkirin 3 endame çeteyan hatine kuştin.˝

Güncelleme Tarihi: 21 Nisan 2015, 15:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER