Boko Haram bajarek şewitand

Endamên Boko Haram, bajarê Askîra Ûba yê eyaleta Borno ya Nîjerya bi dest xistin. Hat diyarkirin ku Boko Haram tevayî maşên bajarê Askîra Ûba şewitandine.

Boko Haram bajarek şewitand
Endamên Boko Haram, bajarê Askîra Ûba yê eyaleta Borno ya Nîjerya bi dest xistin. Hat diyarkirin ku Boko Haram tevayî malên bajarê Askîra Ûba şewitandine.


Berdevkê Hêza Parastina Hevpar a Sivîl a li herêmê Jubrîn Gûnda diyar kir ku endamên Boko Haram, cara destpêkê roja Yekşemê êrîşî Askîra Uba kirine, qesra emîrê bajêr şewitandine û paşê ji bajêr veqetiyane.

Gûnda anî ziman ku mîlîtan duh careke din vegeriyane Askîra Ûba, tevayî xaniyên li bajêr şewitandine. Gûnda got ku terorîst hê li bajêr in.

Güncelleme Tarihi: 17 Şubat 2015, 18:26
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER