15 jinên ciwan tevlî YPJ'ê bûn

15 jinên ciwan ên bajarê Tirbespiyê piştî di perwerdeyek leşkerî ku mehekê dom kir re derbas bûn, tevlî nava refên YPJ’ê bûn.

15 jinên ciwan tevlî YPJ'ê bûn
15 jinên ciwan ên bajarê Tirbespiyê piştî di perwerdeyek leşkerî ku mehekê dom kir re derbas bûn, tevlî nava refên YPJ’ê bûn.


Dibistana Şehîd Nejbîr a Akademiya Şehîd Şîlan a girêdayî hêzên YPJ’ê ya li bajarê Tirbespiyê dewreya Şehîd Rojda ku 15 jinên ciwan ên ji pêkhateya Kurd û Ereb beşdar bibûn bi dawî kir.

Di dewreya ku mehekê dom kir de jinên ciwan waneyên ramiyarî yên wekî dîroka jinan, dîroka Kurdistanê, şaristaniya kapîtalîst û waneyên leşkerî û hunerên leşkerî dîtin.

Dewreya Şehîd Rojda bi merasîmekê û sonda leşkerî bi dawî bû. Jinên ciwan piştî ku sonda leşkerî xwarin, bi awayekî fermî tevlî nava refên YPJ’ê bûn. Di dawiya merasîmê de jinên ciwan li ber stranên niştimanî dîlan gerandin û tilîlî û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina bexwedana hêzên YPG’ê û YPJ’ê gotin.

Hêjayî gotinê ye Dibistana Şehîd Nejbîr a Akademiya Şehîd Şîlan gelek dewreyên şervanên YPJ’ê ji destpêka avakirina wê ve vedike.

 

Güncelleme Tarihi: 09 Şubat 2015, 20:00
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER