23 ciwanên Ereb beşdarî nava YPG’ê bûn

23 ciwanên Ereb ên bajarê Hesekê beşdarî nava refên YPG’ê bûn.

23 ciwanên Ereb beşdarî nava YPG’ê bûn

Akademiya Şehîd Xebat Dêrik duh perwerdeya 23 ciwanên Ereb ên bajarê Hesekê bi merasîmekê bi dawî kir. Ciwanan di perwerdeyê de waneyên leşkerî û fikrî û hunerên şer dîtin.

Merasîma bi dawîkirina perwerdeyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre fermandarê YPG’ê Lewend Rojava derbarê operasyona rizgarkirina rojavayê Kantona Cizîrê û çiyayê Kizwanan de axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê.

Di dawiya merasîmê de 23 ciwanan ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, sûnda xwe ya leşkerî xwarin. Merasîm bi stran û dîlanê û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 26 Mayıs 2015, 13:17
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER