4 şervanan YPG'ê hatin oxirkirin

Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ’ê ku li Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

4 şervanan YPG'ê hatin oxirkirin
Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ’ê ku li Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.


Cenazeyên şervanên YPG’ê Kanî Xelîl ( Şoreş Serêkaniyê) û Eyûb Beyram (Botan Qitînî) yên ku di 10’ê Adarê di berxwedana gundê Til Xenzîr ê rojavayê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesî ve ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê hatin wergirtin û birin bi dirûşmên, “Şehîd namirin” Goristana Şehîd Ristem Cûdî ya gundê Berkevirê ya bajarê Dirbêsiyê.

Li Dirbêsiyê jî bi sedan kesî cenazeyê şervana YPJ’ê Kewer Îsmaîl  Xalid (Nûjîn Cûdî) ku di 1’ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û di ser Bakur re anîn Kantona Cizîrê, li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê pêşwazî kirin. Cenaze ji vir jî birin Saziya Malbatên Şehîdan.

Cenazeyê Nûjîn Cûdî li vir, tevî cenazeyê Ebdulrezak Himêdî (Hemze) ku di 7’ê Adarê de li Til Temir jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran welatiyan ve bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê birin Goristana Şehîd Rustem Cudî.

Li goristanê ji bo 4 têkoşeran merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhat Dêrik, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Xelîl, li ser navê malbata Têkoşer Eyub Beyram dayika wî Eydê Ehmed, li ser navê têkoşer Kanî Xelîl bavê wî Fadil Xelîl, li ser navê malbata têkoşer Kewser Xalid apê wê Xalid Îbrahîm, li ser navê malbata Ebdulrezak Himêdî yê ji pêkhateya ereb Ebdulselal axivî.

Di axaftinan de li ser girîngiya yekîtiya gelan a li hemberî êrîşan hate rawestin û soza şopandina cangoriyan hate dayîn. 

Piştî axaftinan cenazeyên 4 têkoşeran bi tîlîlî û dirûşmeyan hatin definkirin.

Güncelleme Tarihi: 13 Mart 2015, 09:48
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER